ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-09 09:00:00   *Seroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fetûm Şeriq derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku Tirkiye bi piştgiriya hêzên navneteweyî êrîşî gelê Kurd dike û got:"Tirkiye ne li dijî terorê li dijî destkeftiyên gelan şer dike û piştgiriyê dide çeteyan." DÎMEN HEYE   *Berdevka Komeleya Newroz a Jinê Henan Osman derbarê maf û zagonên ku jinê diparêze de axivî û got:"Li Lubnanê ji bo parastina mafê jinê û zagonên ku jinê di bin baskên xwe de disitirîne, têkoşînek têr û tije nayê dayin. Pergala Lubnanê jinan têra xwe ji tundî, zordestî û neheqiyê naparêze. Ji parastina mafên hemû jinên cîhanê em di nava hewldanê de ne."    *Li seranserê Tirkiyeyê di girtîgehan de  binpêkirina mafên her roj zêde dibe. Malbatên ku mehê carekê  diçin hevdîtina xizmên xwe jî bi îşkenceya gardiyanan re rû bi rû dimînin. Malbatên ku ji ber dûrbûna girtîgehan nikarin biçin hevdîtinê bertek nîşanî polîtikayên sirgûnkirinê yên hikûmetê dan û gotin ku hikûmet  îşkenceyê li malbatan dike. BI DÎMEN   *Ji bo mirov ji çanda xwe, ji zimanê xwe, ji xwe bi dûr bikeve, pergala serdestan çanda xwe zimanê xwe li ser mirov ferz dike.  Niha serdestên cîhanê kapitalist in û ji zimanê bindestan qet hez nakin. UNESCO parastina zimên wek parastina çand û wêjeyê bi nav kiriye û ji bo balê bikşîne ser zimanê dayikê, di sala 1999'an de 21'ê Sibatê wek roja zimanê dayikê diyar kiriye. Her wiha UNESCO qirkirina zimên û çandê wek sûcê mirovahiyê bi nav kiriye.  Lê mixabin ji ber ku ew jî di bin banê kapitalizmê de ye ji bo zimanê kurdan heta niha tiştekî berbiçav nekiriye. Li zimanekî ewqas dîrokî, felsefî, têr û tije, xwedî derneketiye.  JI PÊNÛSA JINAN   *Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe diyar kir ku tecrîsa li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşaneya konsepta şer e û wiha pê de çû: “Rejîmek taybet a bi navê rejîma Îmraiyê heye. Ev ne tenê Gelê Kurd hemû gelên Tirkiyeyê eleqeder dike. Çawa deriyê Îmraliyê vedibe gotinên aştî û aramiyê zêde dibin, lê çawa tê girtin gotinên nefretê zêde dibin.”   *Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve Emîne Ozel ji bo biçe mala xwe ya bi têlan hatiye dorpêçkirin, xwe ji ser têlan avêt û ji ber pêşî li hilweşîna xaniyê xwe girt 165 TL cezayê pere lê hat birîn.   *Parêzer Evîn Hec Hemo ji bo tiştên ku li Efrînê diqewime û revandina 7 jinên ku di nava hefteyekê de pêk hatiye bike rojev, ew hewl didin ku raya giştî bi kar bînin. Evîne wiha got:"Berî ku em ji Efrînê derkevin me dora 920 dosyayî û dema ku em derbasî Şehbayê bibin jî me 1500 dosya amade kir û em ev pêşkeşî parêzerên navneteweyî kir û nûnerên welatan kir. Tevî evqas dosya hîn jî raya giştî ya cîhanê bêdeng e."