'Leyla Guven bi serbilindî nûnertiya gelê xwe kiriye' 2018-11-08 13:53:30   AMED - Meclisa Dadyikên Aştiyê ku derbarê biryara biryara Leyla Guven a di daneşîna doza wê ya ku duh hat dîtin de da daxuyanî da û derbarê leylayê de wiha got: "Leyla bi serbilindî nûnertiya gelê xwe kiriye."   Di daneşîna doza Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD)  Leyla Guven de du dîsa tu guhertin nehat kirin, Leyla li dijî biryara dadgehê û tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan biryara xwe ya ku dest bi greva birçîbûnê kiriye aşkera kir.  Meclisa Dayikên Aştiyê ku derbarê biryara leylayê de daxuyanî dan piştgiriya xwe ya pê re ragihandin.   'Tundiya li ser gelê kurd tê kirin bi dawî nabe'   Daxuyaniya Melisa Dayikên Aştiyê ji aliyê endama meclisê Hvva Kiran ve hat xwendin û hat xwestin ku Leyla demildest bê bardan.  Havva di berdewamiyê de wiha got: "Daraz biryarên dijhiqûqî dide. Leyla îradeya Gelê Kurd e.  Zilama ku li Gelê Kurd tê kirin dawiya wê nayê.  Li gel ku parlamenterê CHP'ê ceza dixwe jî tê berdan lê Leyla nayê tahliyekirin. Ev faşîzm e.  Çima Leyalyê bi avayê dijhiqûqî digirin? Sûcê wê kurd bûna wê ye."   Hava diyar kir ku ew greva birçûbûnê ya Leyla silav dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Biryara ku leylayê daye biryarek bi rûmet e.  Duh leylayê gavveke ku divê kurdek biavêje avêt û li têkoşîna gelê xwe xwedî derket. Em jî piştgiriyê didin çalakiya wê û dibêjin ku em li gel wê ne .Divê ku Leyla demildest bê tahliyekirin. Divê ji girtîgehan tabûtên zarokên kurd neyên derxistin."