Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2018-11-08 11:44:48   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekilê xwe re hevdîtin bike cara 762’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez û Fuat Coşacak bi armanca bi muvekkilê xwe li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bikin, cara 762’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û vir ve her tim bi îdîaya “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye",  “koster di tamîrê deye" “OHAL”  û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" rastî astengiyan tên û nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin