Leyla Îmret hêjayî xelata 'Carl von Ossîetzky' hat dîtin 2018-11-08 10:41:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî ji sala 1962'an û vir ve bi navê rojnamevan, nivîskar û pasîfîstê Elman Carl von Ossîetzky xelatê dide. Xelat ji kesên li qada civaka sivîl û mafên mirovan dixebitin re tê dayin. Saziyê xwediyên xelata îsal eşkere kir.   Lîga Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku xelata îsal wê ji Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û parêzvanê mafên mirovan Ottmar Mîles Paûl re bê dayin.    Leyla ku li Almanyayê dijî, di temenê xwe yê ciwan de sala 2014'an ji bo Hevşaredariya Cizîrê bi rêjeya ji sedî 83 hate hilbijartin. Ji ber ku dewleta tirk Leyla ji wezîfeyê girt û lêpirsîn lê vekir, neçar ma li Almanyaye vegere. Sala 2018'an li dadgeha navneteweyî ya li Parîsê sûcê şer ê dewleta  tirk ên li Cizîrê yên di dema qedexeya derketina derve de vegot.   Wê roja 16'ê Kanûnê li Berlînê merasîmek bê lidarxistin û xelat ji Leyla Îmret û Paûl re bê dayin.