Derbarê tundiya li ser jinê li Tirbespiyê semîner hat dayin 2018-11-08 10:29:56   QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Qamişloyê semîner li dijî tundiya li ser jinê li navçeya Tirbespiyê hate dayîn.   Bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Qamişlo û alîkariya Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê ser jinê, semînereke xweser li Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Navçeya Tirbespiyê hate dayîn. Bi hazirbûna yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Qamişloyê, xwendekar û mamosteyên Navçeya Tirbespiyê, semîner hat lidarxistin.   Her wiha ji aliyê Rêveberiya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê Mûna Ebduselam dest bi dayîna semînerê kir. Di semînerê de hat gotin ku beriya Şoreşa Rojava rewşa jinê xirab bû û piştî Şoreşê jinê xwe nas kir û giha asta azadiyê. Mûnayê di axaftina xwe de bal kişand ser asta zanebûna jinê û diyar kir ku jinên ku perwerdeyê bibînin bêtir li dijî tundiyê dikarin têbikoşin. Mamosteyên ku tevlî semînerê bûn dest nîşan kirin ku zewaca di temenê biçûk de jî tundî ye û  ji dayikan xwestin ku keçên xwe di temenê biçûk de nedin zewicandin û riya rast nîşanê wan bidin.    Di dawiya semînerê de ji hemû jinên ku beşdarî semînerê bûn serkeftin hat xwestin.