Çeteyên OSO’yê li kampa Mîdyatê tên bicihkirin? 2018-11-08 10:01:13   MÊRDÎN - Li gor îddîayan kampa AFAD’ê ya ku li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê yê hat îdakirin ku çeteyê OSO’yê tên bicihkirin. Ji aliyekî dinê ve jî kampa AFAD’ê ya Mîdyatê ligel hatiye valakirin konên ku dê bên nûkirin jî balê dikişînin.   Di sala 2014’an de ji ber ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir nêzî 30 hezar kurdên êzidî ketin rêyan û hatin koçberkirin. Ezidiyên ku piştî fermana 74’an careke din hatin koçberkirin ji wan yên ku sînor debas kirin û hatin bakurê Kurdistanê  beriya 4 salan ji aliyê rêveberiya Tirkiyeyê ve  li kampên cuda hatin bicihkirin. Êzîdiyên ku cara yekem li kampa Wêranşara Rihayê bi cih bûn, piştî demekê li kampa Mîdyatê hatin bicihkirin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, kampa Wêranşarê piştre vegerandine baregeha leşkerî.     Goç-Der kamp teslîmê AFAD’ê kir   Hejmara êzidiyên ku di cihanê de nêzî 700-800 hezar e, piştî êrîşan li kampên cuda hatin bi cih kirin. Ji van yek jî kampa Mîdyatê ya Mêrdînê ye. 3 hezar êzidiyên ku li kampa Mîdyatê haitn bicihkirin, ji van Hezar û 200 kes li kampê  man û yên ku paşve man jî çûne li Ewropayê bi cih bûn. Beriya 6 mehan kampa AFAD’ê ya ku êzîdî tê de diman teslîmî saziya Goç-Der’ê hatin kirin. Piştî îddîayên ku li kampa Nisêbînê dê çeteyên OSO’yê bên bi cih kirin di 2’yê Mijdarê de Goç-Der'ê  carekedin kamp teslîmî AFAD’ê kir.   ‘Dê di demên pêşde pewistiya me bi wan hebe’   Dema ku êzidî li kampê diman nêzî 170 kebatkar li wê dixebitîn. Ji wan xebatkaran 30-35 kes hiştin ên din şandin bajarê ku Goç Der li wan heye. Ji aliyekî din ve jî ligel êzîdî û erep ji kampê hatin derxistin hat diyarkirin ku konên di kampê de dê  bên nû kirin. Li gor îddîayan mudirê kampa AFAD’ê ya Mîdyatê ev tişt gotiye: “Ez van 30-35 xebatkaran nadim. Di demên pêş de dê pêwistiya min bi van xebatkaran hebe.”   Îddîaya çeteyên OSO’yê dê li kampê bên bi cih kirin   Li gor agahiyên ku me ji xebatkarên li kampê girtin hat îdakirin ku dê li kampa AFAD’ê ya Mîdyatê çeteyên OSO’yê bên bi cihkirin. Xebatkarên ku agahî dan wiha gotin: “Em nizanin ku dê kî di vê kampê de bê bi cih kirin. Ji me re hat gotin dê konên li kampê bên nûkirin. Her wiha ji me re gotin ku dema kerasetek pêk bê kesên mexdûrê kerasetê  dê  li vir bên bicihkirin. Lê li gorî agahiyên ku em dibihîzin ew ê çeteyên OSO'yê li vir bên bicihkriin. Ji ber ku tiştekî wiha hebe jî ji me re ranagihînin. Lê niha em li kampê dixebitin.”