'Jinên li stargehan dimînin bi destê wezaretê bê çare tên hiştin' 2018-11-08 09:10:56   Duygu Cînîvîz   EDENE - Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku li stargehên ku jin lê dimînin piştgiriyek têr nayê dayîn û 6 meh şûnde dişînin û wiha got: “Jin bi destê dewletê bê çare tên hiştin. Pêşnûmepirsa me der barê stargehan de dabû wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatî jî, me bersiva wê negirtiye.”   Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku der barê kêmasiyên stargehên li Edeneyê, tunebûna stargehên aydê şaredariyê û navendên şêwirmendiya jinan de pêşnûmepirs dane wezîra Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatî Zehra Zumrut Selçuk û got wezaretê bersiva vê pêşnûmepirsê nedaye.   ‘Girtina qeydan pir girîng e’   Tulayê bi lêv kir ku li gorî raporên ÎHD’ê li Edeneyê di sala dawî de 19 jin hatine qetilkirin, 7 jinî întîxar kirine, 755 jin jî rastî êrîşa hevjîn hatine, hezar û 422 jin jî rastî heqeret û şîdeta hevjînê xwe hatine, 25 jin rastî îstîsmara zayendî hatine û got: “Ev rapor tenê serlêdanên hatine kirin û ji qeyda jinên hatine kirin pêk tê. Qeyd gelek girîng e. Qeydên fermî pir girîng in.”   Dixwazin jinan hepsê malbatê bikin   Tulayê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Wezareta jinan a bi têkoşîna jinê hat qezenckirin, wek wezareta Malbatê hat guhertin. Desthilatdarî ji bilî fîgura jina ku li gorî xwe xêz kiriye, jinên li dijî zextan serî hildidin tehemul nake. Stargehên jinan divê bi nêrîna jinê bên birêvebirin. Stargehên bi zîhniyeta mêr tên bi rêvebirin xizmetek bi ewle û tendurist nikare bide. Li Stargehan divê bi jinên xwedî li hişmendiya jinê derdikevin re xebat bên meşandin. Divê tu car destûr neyê dayîn ku jin carek din mexdûr bibin. Piştgiriya rehabîlîtasyon û psîkolojîk divê ligel pisporan bê dayîn. Stargeh, navendên piştevaniyê ya divê jin bikaribin jiyana xwe bixwe ava bikin, bikaribin li dijî şîdetê derkevin be. Ji ber vê stargeh ji bo jinan pir girîng in. Piştî 1980’ê şûnde bi bilindbûna nêrîna femînîst re di encama têkoşîna jinê de stargehên ewil hatin avakirin. Nifûsa stargehan di ser 100 hezarî re ye.”   ‘Butçe nayê veqetandin’   Tulayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wan der barê stargehan de pêşnûmepirsek dane wezareta xizmetên civakî, xebat û malbatê û wiha pê de çû: “Lê me bersiva vê negirt. Hejmara stargehan pir kêm e û kapasîta ximzetê jî bi sînor e. Ji bo stargeh bên vekirin dewlet butçeyê venaqetîne. Li Edeneyê 3 stargehên girêdayê wezaretê hene. Ev kapasîte tenê bi 70’ê jinî bi sînor e. Ji ber vê jî gelek jin bêçare dimînin.”