ROJEVA MIJDARA 2018'AN 2018-11-08 09:00:00   *Jinên Minbicê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava de anîn ziman ku ew tu carî zordestiyê qebûl nakin û gotin:"Em serî li dijî êrîşên dewleta tirk natewînin." DÎMEN HEYE   *Cîhan bi çand, huner, dîrok û şaristaniyê dibe qada rengên ku li ser rûyê mirovan bi bextewarî dide der. Yek cihên ku şaristanî û dîroka cîhanê diparêze jê Qesra Mameşûrê ya Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye. Dema ku mirov diçe vê Qesrê bêhna wan fireh dibe û dilê wan xweş dibe.     *Endama Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê û Hevseroka Şaxa Mêrdînê ya Genel-Îş’ê Bêrîvan Doken 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî  nirxand û got ku polîtîkayên îktîdara muhafazakar li dijî jinan êrîş, tundî û zordestî zêde kiriye.DÎMEN HEYE   *Bi salane li navenda Colemergê ava vexwarinê naherike. Ji sê rojan carekê av diherike û her wiha ji her mehê carekê gel divê faturayên ava ku naherike razînin. Kesên ku nerazînin ji aliyê şaredariyê ve derheqê wan de îcra tê destpêkirin. Heya niha ji bo çareserkirina pirsgirêka avê bi tu awayî hewldanên girîng pêk nehatin. Li dijî vê helwestê jin bi bertek in. Jinên ku bi salane bi heman pirsgirêkê rû bi rû dimînin bi gazinc in.DÎMEN HEYE    *Ji Weqfa Mor Çati Ceren Akkaya diyar kir ku rapora GREVIO rola dayiktiyê dide jinan û di malbatê de heps dike û wiha got: “Azmûna girîng a Tirkiyeyê ji niha şûnde ye.”DÎMEN HEYE    *Hevseroka HDP’a Sûrê Sevîm Coşkun diyar kir ku tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sînorên Îmraliyê derbas kiriye û hedefa esas civak e û got: “Dixwazin dîwarekî qalinq di navbera Birêz Ocalan û civakê de deynin.” DÎMEN HEYE    *Qeyûmê tayînî şaredariya Artemita Wanê bû, li Keleha Keçikê ya ji dema Urartuyan maye, projeya ku çêkirina kafe û restorekirinê tê de cih digire xist meriyetê. Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê Seher Ataş wiha got: "Avahiyên Urartu, Selçuklu û Ermenî yên li Wanê hatin texrîbkirin. Hewl didin li gorî xwe dîrokekê biafirînin û dîrokê ji dema xwe bidin destpêkirin. Ev hewldanên wan li dijî çand, ziman û hiş êrîş e."   *Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku li stargehên ku jin lê dimînin piştgiriyek têr nayê dayîn û 6 meh şûnde dişînin û wiha got: “Jin bi destê dewletê bê çare tên hiştin. Pêşnûmepirsa me der barê stargehan de dabû wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatî jî, me bersiva wê negirtiye.”   *Jina bi navê  Sîhem Mamo ya ji gundê Şadêrê diyar kir ku du zarokên wê yên astengdar hene, êş û zehmetiyek mezin dikşîne û got ku lê tevî hemû zehmetiyan û derfetên kêm jî berxwedana xwe berdewam dike û li benda vegera Efrînê ye.   *Li gor îddîayan kampa AFAD’ê ya ku li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê yê hat îdakirin ku çeteyê OSO’yê tên bicihkirin. Ji aliyekî dinê ve jî kampa AFAD’ê ya Mîdyatê ligel hatiye valakirin konên ku dê bên nûkirin jî balê dikişînin.