Derbarê rojnameger Kîbriye Evren de lêpirsîna dîsîplînê! 2018-11-07 10:15:17   AMED - Derbarê 10 jinên ku rojnameger Kîbriye Evrenjî di nav de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtîne bi hinceta bi kurdî sitran gotine lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.   Mudurê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi hinceta di 1’ê Mijdarê de stranên kurdî gotin, derbarê 10 jinên girtî de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Di nava 10 jinên lêpirsîn derbarê wan de hat destpêkirin, rojnameger Kîbriye Evren a di 9’ê Cotmehê de hat binçavkirin û girtin jî heye. Ji girtiyan hat xwestin ku dinava  3 rojna de parastin bikin.    Navê jinên girtî yên derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin wiha ne: “Sînem Ateş, Songul Aşila, Selma Yilmaz, Menduha Polat, Arzu Karaman, Leyla Yildiz, Edanur Bazancîr, Kîbriye Evren, Kumrî Tokay û Muslîme Kalkan.”