‘Jinên penaber ji bo xizmeta mêrên kal tên zewicandin’ 2018-11-07 09:07:52   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Seroka Komeleya Piştevaniya bi Penaberan re parêzer Ayşe Çelîk diyar kir ku jinên penaber li hinek herêman wek xizmetkara mêrên pîr tên zewicandin û bi vî awayî tên îstîsmarkirin.   Seroka Komeleya Piştevaniya bi Penaberan re parêzer Ayşe Çelîk diyar kir ku jinên penaber li komeleyê hem xwe pêş dixin û hem jî di qada zayenda civakî, jîneolojîk û hiqûqî de perwerdehiyê digirin.   ‘Jinên penaber hepsê malê tên kirin’   Ayşeyê destnîşan kir ku encamên herî giran ên şer û karasetan jin û zarok dijîn û jin li her derê pirsgirêka entegrasyonê dijîn. Ayşeyê ev tişt bi lêv kir: “Bi taybet jinên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hatine ji ber ji malê dernakevin pirsgirêka entegrasyonê dijîn. Jinên bi zorê hatine zewicandin, şîdet dîtine û cara duyem sêyemîn zewicîne hene. Em hewl didin piştgiriya hiqûqî bidin wan. Me xwe gîhand nêzî 300 penaberên jin. Wan jî piştgirî dan projeya me.”   ‘Bi mêrên kal re tên zewicandin’   Ayşeyê her wiha destnîşan kir ku jinên penaber ji pergala zewacê ya Tirkiyeyê ne agahdar in û bi mêrên kal re tên zewicandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin ji mehra şaredariyê agahdar nînin. Gelek jinên ji Fas, Suriyeyê û welatên din hatine hene. Îhtîmalek mezin torek ji ser çapemeniya civakî tînin Tirkiyeyê. Mêrên gundekî Çorumê bi jinên Fasî re tên zewicandin. Bi taybet jî mêrên kal ji bo xizmeta wan bikin, bi jinên penaber re dizewicin. Em hewl didin li dijî vê rêxistinbûnê ava bikin. Jinên penaber tên tecrîdkirin.”