'Pirtûk deryaya jiyanê ye' 2018-11-07 09:01:55   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Lijneya Çand û Hunerê ya Meclîsa Kantona Hesekê Efef Heskê derbarê girîngiya karê çand û hunerê û xwendinê de got:"Mirovên ku li çand û hunera xwe xwedî dernekevin û pirtûkan nexwînin dê nikaribe di civakê de bibe xwedî kesayet û roleke girîng."   Xwendina pirtûkan û xwedîderketina çand û hunerê ji bo pêşketin û zanebûna mirovan gelek girîng e. Bi xwendina pirtûkan mirov dîrok, çand, huner û  xwe nas dike û li gorî wê pêş dikeve û siberojek azad diafirîne. Têkildarî girîngiya xwendina pirtûkan Endama Lijneya Çand û Hunerê ya Meclîsa Kantona Hesekê Efef Heskê anî ziman ku xwendina pirtûkan nêrîna mirovan diguhere û asta pêşketina mirovan bilind dike û got:"Pirtûk deryaya jiyanê ye."   'Xwendina pirtûkan îradeya mirovan xurt dike'   Efefê bi lêv kir ku sîstemên desthilatdar ji bo civakê têk bibe mirovan ji xwendin, çand û hunerê dûr dixe û wiha got:"Niha dema ku em li sîstemên desthilatdar û dagirker dinêrin civakên ku bi rê ve dibin ji xwendin, çand û hunerê dûr dixin. Loma ji bo mirov bi pişaftinê rû bi rû nemîne xwendin, çand û huner gelek girîng in. Xwendina pirtûkan îradeya mirovan xurt dike. Mirovên ku nexwînin û  li çanda xwe xwedî dernekevin nikarin pêş bikevin."   'Pirtûkên Rêber hêviyên mirovan geş dike'   Efefê destnîşan kir ku ji bo mirov ji pişatinê dûr bikeve û xwe nas bike pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewletên dagirker ên wekî Tirkiyeyê niha astengiyan derdixînin ku gel pirtûkên Rêber Apo nexwînin. Baş dizanin ku kesên pirtûkên Rêber Apo bixwînin ew ê xwedî li çand û hunera xwe derkevin û neyên pişaftin. Mirovên ku li çand û hunera xwe xwedî dernekevin û pirtûkan nexwînin dê nikaribe di civakê de bibe xwedî kesayet û roleke girîng. Rêberê me vê yekê di pirtûkên xwe bi awayekî zelal rave dike. Pirtûkên Rêber hêviyên mirovan geş dike."