73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin 2018-11-07 08:47:22   AMED - Hat diyar kirin ku li 73 tax û gomên navçeya Lîcê qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştre operasyona leşkerî hat destpêkirin.    Waliyê Amedê, li 19 tax û 54 gomên navçeya Lîcê ya Amedê qedexeya derketina derve di saet 06.00’an de îlan kir. Hat diyar kirin ku piştî îlankirina qedexeya derketina derve, li herêmê bi tevlîbûna hêzên taybet operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Hat destnîşan kirin ku li herêma operasyonê liv û tevgerek zêde ya helîkopteran heye.