Peyama têkoşîna li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê 2018-11-06 12:07:47   Şêrîn Zêrevan    QAMIŞLO - Di derbarê lidarxistina 1'emîn Kongreya Jinên Cîhanê Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd da zanîn ku ji bo jin xwe bi rêxistin bikin û li dijî zihniyeta baviksalarî bikaribin xwe biparêzin û xwe pêş bixin ev kongre gavek girîng bû.    Di derbarê lidarxistina 1'emîn Kongreya Jinên Cîhanê Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd bi lêv kir ku jin bi hemû rengên xwe yên cuda beşdarî kongreyê bûn û got ku jinan peyama têkoşîna bi hev re ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê dan.    'Li dijî jinê şerekî taybet tê meşandin'   Evînê destnîşan kir ku hatina jinan a gel hevdu ji bo siberojek aram girîng e û wiha got:"Jin dema ku serî natewînin û serkeftî bin herî zêde bi êrîşên hovane rû bi rû dimînin. Lê dema ku jin li gel hevdu bin û ji hev hêzê bigirin dê zû bi zû neyên çewisandin. Armanca me jî ew bû ku hemû jin bên gel hevdu û ji hevdu hêzê bigirin. Divê hemû jinên cîhanê bibin yek û li dijî tundiyê têbikoşin. Di kongereyê de hat ragihandin ku jin divê li dijî şerê taybet her dem bi hêz bin. Li dijî jinê ji ber ku şerekî taybet tê meşandin loma li dijî vî şerî yekîtî pêwist e."   'Me wekî jinên Rojava tecrubeyên xwe bi jinên cîhanê re parve kir'   Evînê diyar kir ku ew her dem li dijî kesên ku berjewendiyên xwe esas digirin têdikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi saya kongereyê germahiyek di nava jinên cîhanê de çê bû. Çimkî ji gelek welatî jin beşdar bûn. Me wekî jinên Rojava tecrubeyên xwe bi jinên cîhanê re parve kir. ji bo jin xwe bi rêxistin bikin û li dijî zihniyeta baviksalarî bikaribin xwe biparêzin û xwe pêş bixin ev kongre gavek girîng bû. Jinan peyama têkoşîna bi hev re ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê dan."