Li girtîgehan pêkanîna odeya sungerê şûnde vegerya 2018-11-06 09:04:46   ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku di demên dawî de pêkanîna odeya sunger dîsa hatiye destpêkirin û bûye yek ji cezayên dîsîplînê ya li girtiyan tê birîn û wiha pê de çû: “Divê pisgirêkên li girtîgehan demildest bên çareserkirin. Divê hemû sazî û sendîka, wezareta Dadê û Tenduristiyê demildest çareseriyekê pêk bînin.”   Li girtîgehan binpêkirina mafan her diçe zêde dibe. Di rapora ÎHD’ê ya sê mehan de hat diyarkirin ku di serî de li girtîgehên herêma Anatolya Navîn li hemû girtîgehan pisgirêkên mezin tên jiyîn û li girtîgehên Duzce, Bayburt, Kirikkale, Sîncan û gelek girtîgehên din kota avê didome. Her wiha xalek din ya derket pêş jî ev bû ku li girtîgehan îşkenca odeya sungerê jinûve dest pêkiriye. Endama MYK’a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de nirxandin kir.   ‘Surgun didomin’   Nurayê destnîşan kir ku di salên dawî de surgun pir zêde bûne û wiha pê de çû: “Beyî agahiya girtiyan, girtî tên surgunkirin. Beyî agahiya wan surgun dikin. Her wiha bi awayekî zêde ji bo girtîgeha Qeyseriyê surgunên jinan pêk tên. Ligel vê ji girtîgeha Wanê jî surgund didomin. Înfazên girtiyan beyî sedem tên şewitandin. Cezayên hucreyan tên dayîn. Der barê şewitandina înfazan de cezayên hucreyê tên dayîn. Li girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê îşkenca odeya sungerê didome. Li girtîgeha Sîncanê dîsa lêpirsînên dîsîplînê dest pêkirin. Li girtîgeha Kirikkaleyê jî dîsa pêkanîn didomin.Ji girtîgeha Boluyê jî agahiya gelek pirsgirêkan tên.”   ‘Pirsgirêkên tenduristiyê zêde bûne’   Nurayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ji bilî şewitandina înfaz û cezayê hucreyê, ava paqij jî li girtîgehan tune, ji ber vê pisgirêkên tenduristiyê ya girtiyan her diçe zêde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi girtiyên jin re gelek pisgirêkan dest pê kiriye. Li Sîncanê kota avê bi salane didome û ji ber ava qirêj her kes nexweş dikeve. Koxuşên ku kota avê lê pêk tê, sayaç li ber derê wan xistine û av bi sînor tê dayîn. Lê dema wê avê vedikin jî ax diherike. Li girtîgerha pirsgirêkek mezin a avÊ tê jiyîn.”   Nurayê di dawiya axaftina xwe de got divê demildest ev pisgirêkên girtîgehan bê çareseririn û wiha got: “Divê hemû sazî, dezge û siyasetmedar bi mijarê re eleqeder bin û Wezareta Tenduristî û Dadê jî demildest pirsgirêkê çareser bike.