ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-06 09:00:00   *Jêderka şaristaniyê, Gundê Endîwerê yê girêdayî Dêrika Rojavayê Kurdistanê di bin êrîşên dewleta tirk de li berxwe dide.  DÎMEN HEYE   *Li Colemêrgê HDP dest bi amadekariyên xebata hilbijartinên rêvberiyên herêmî dike. Hevseroka HDP'a Colemêrgê Zeynep Kaya têkîldarî amadekariyên hilbijartinên axivî û got ku ew ê di çarçoveya xebatên xwe de ji bo şaredariyên xwe paşve bistînin mal bi mal bigerin.    *Aktîvîst Kader Ortakaya ku li dijî dagirkirina Kobanê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, bi gelek kesî re çû sînorê Pirûsê û hat qetilkirin. Di 4’emîn salvegera qetilkirina wê de di darazê de tu pêşketin çênebû. Berxwedana Kaderê ji bo hemû jinan bû rê û gotina wê ya ‘Wê Kobanê nekeve’ jî îro bi pêşengiya hemû jinan tê hunandin.   *Endama MYK’a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku di demên dawî de pêkanîna odeya sunger dîsa hatiye destpêkirin û bûye yek ji cezayên dîsîplînê ya li girtiyan tê birîn û wiha pê de çû: “Divê pisgirêkên li girtîgehan demildest bên çareserkirin. Divê hemû sazî û sendîka, wezareta Dadê û Tenduristiyê demildest çareseriyekê pêk bînin.”   *Selîme Tuncay ya li sûka zêrkeran a dîrokî ya Amedê bi salane esnafiyê dike diyar kir ku ji ber bihabûna zêran, gel nikare tiştekî bikire û gelek zêrkeran jî dukanên xwe girtine. DÎMEN HEYE     *Jinan derbarê sererastkina nefeqeyê de axivîn û gotin: “Ev alava zextê ya derûnî ya li ser jinan e. Nefeqeyê kêm jî bikin zêde jî bikin jin wê di her rewşê de li dijî şîdetê dest ji mêran berdin. Ger bi rastî bixwazin wê dest jê berdin.” Jinan der barê pêşnûmeya sererastkirina nefeqeyê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev qanûn bê jî wê destberdan pêk bên.DÎMEN HEYE