'Em ê têkoşîna xwe bidomînin' 2018-11-05 10:19:36   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jinên bajarê Til Temirê yê Kantona Hesekê bertek nîşanî êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî Herêma Firatê û Cizîrê dan. Jinan gotin:"Divê Rêxistinên navnetewî  û mafê mirovan û Rêjîma Sûriyê helwesta xwe li hemberî êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê, diyar bikin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk bidomînin."   Jinên bajarê Til Temirê yê Kantona Hesekê bertek nîşanî êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî Herêma Firatê û Cizîrê dan. Jinan gotin ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji doza têkoşîna xwe ya bi salan a li dijî dagirkeriyê, bernedin.    'Erdogan bûye gurê har'   Endama Saziya Malbatên Şehîdan Semîra Şukrî wiha got:"Erdogan bûye gurê har, aloziya ku di nava Tirkiyeyê de dixwaze bi êrîşkirina deverên din veşêre û  di heman demê de dixwaze ku temenê DAÎŞ'ê di Sûriyê de dirêj bike. Her ku gelê Kurd gavan pêş ve diavêje Erdogan hêrs dibe û êrîşî nirxên gel dike. Erdogan dixwaze serdema Osmaniyan zindî bike. Lê ew ê negihêjin armanca xwe. "   'Êşa Kurdan yek e'   Samîrayê diyar kir ku gelê Kurd li her derê yek rih in û wiha pêl da axaftina xwe:"Dema zarokek li Girê Spî şehîd dikeve tevahî Kurd xemgîn dibin  ji ber ku êşa Kurdan yek e. Rast e kezeb şêrîn e, lê  ji bo rûmeta welat em wan dikin qurban. Em ne bê zar in biryara me berxwedan e. Loma em mirinê didin ber çavên xwe. Dîsa jî em êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin û dê êrîşên Erdogan bê bersiv nemîne."    'Divê hemû cîhan bi hestiyarî tev bigere'   Endama Rêveberiya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star Ebla Dawê jî wiha got:"Her dem komployên mezin li dijî Kurdan hatiye meşandin. Êrîşên Erdogan tevahî gel û netewên Sûriyê hedef digire ne bi tenê Kurdan, lewra divê hemû netew  li hemberî Tirkiyê rabin ser piyan. Divê rejîma Sûriyeyê jî êdî helwesta xwe ya li hemberê Tirkiyê nîşan bide. Divê hemû cîhan jî bi hestiyarî tev bigere. Divê Rêxistinên navnetewî  û mafê mirovan û Rêjîma Sûriyê helwesta xwe li hemberî êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê, diyar bikin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk bidomînin."