Girtiyên girtîgeha Tîpa L ya Patnosê: Tiştên em dijîn bidin bihîstin 2018-11-05 09:09:00   ŞIRNEX - Sîbel Kabul derbarê girtiyên li girtîgeha Tîpa L ya Patnosa Agiriyê dimînin û bi binpêkirina mafan ji rojevê dernakeve, bang kir û wiha got: “Her cara em diçin girtîgehê, tiştê em ji wan dibihîzin ‘dengê me bidin bihîstin’ e.”   Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê ya Agiriyê ku her tim bi binpêkirina mafan û zextan di rojevê de ye, tiştên li wir tê jiyîn biribûn meclîsê. Ji bo girtîgeha ku bîhna laximê ji ava wê tê, nexweşî zêde bûye û girtiyan bêyî sedem dikin hucreyan, malbatan banga piştevaniyê kirin. Sîbel Kabul a ji Şirnexê her meh bi sê zarokên xwe re diçe hevdîtina hevjînê xwe yê cezayê muebetê girtiye, diyar kir ku rewşa girtiyan ne baş e û got yekane tiştê ku girtî tînin ziman ev e ku dengê wan bê bihîstin.   ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin’   Sîbel ku bi salane bi sê zarokên xwe re diçe girtîgehê hevdîtinê, wiha got: “Sala borî hevjînê min qeyrana dil derbas kir. Lê hefteyek şûnde dîsa birin nexweşxaneyê. Hîna jî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Wek wî bi dehan girtiyên nexweş hene. Lê wan nabin nexweşxaneyê. Dema dibin jî pir dereng dibe an jî baş nayên dermankirin. Ava paqij nadên. Xwarina wan ne baş e. Bêyî hincet dikin hucreyan. Her cara ez cil û bergan ji hevjînê xwe re dişînim, nadinê. Ava paqij nadinê. Nikarin serê xwe bişon. Baş xwedî nabin.”   ‘Bila ji bo wan tiştek bê kirin’   Sîbelê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser polîtîkayên li ser girtiyên Tîpa L ya Panosê tê meşandin û wiha banga hestiyariyê kir: “Divê her tim heyetek biçe lêkolînê bike. Pir caran pirtûk û rojname nayên dayîn. Di her hevdîtinê de yekane tiştê ji me re tê gotin ‘dengê me bidin bihîstin’ e. Divê ji bo wan tiştek bê kirin. Hemûyan kîlo dane. Ji nexweşiyan ditirsin. Ji ber nikarin serê xwe bişon. Ava paqij tune ye. Hefteyê 8 saetan av tê dayîn. Di wê navberê de her kes karê xwe dike.”