Jinên Colemêrgê: Êrîş li dijî avakirina pergala demokrasiyê ne 2018-11-05 09:06:59   Zeynep Durgut   COLEMÊRG - Bi hevkariya Rusyayê Hikûmeta tirk êrîşî Kobanê û Girê Spî dike. Jinên Colemêrgê bertek nîşanî êrîşên li ser rojavayê Kurdîstanê dan.    Hikûmeta Tirk bi hevkariya Rusyayê êrîşî Kobanê û Girê Spî dike. Jinên Colemêrgê êrîşên li ser rojavayê Kurdîstanê şermezar kirin  û gotin ku êrîşên li ser Rojava li dijî avakirina pergala demokratîk in.    'Êrîş li dijî hebûna kurdan e'   Dayîka Aşitiyê Nerîman Kanat anî ziman ku Kobanê warê aşitiyê yê û got ku ev êrîş li hemberî tunekirina hebûna kurdan e û wiha axivî;” Bi salane li rojavayê Kurdistanê şer û pêvçûnên dijwar diqewimin. Li Kobanê li hemberî hovitiya DAÎŞ’ê gel bi salan li ber xwe da. DAÎŞ’ê  her  cûreyên hovitiyê li ser gel pêk anîn. Ji zarokên 7 salî heta kal û pîran 70 salî hatin qetilkirin. Bi têkoşîna gel Kobanê hate rizgarkirin. Ji her derên cîhanê ciwan û jinan li Kobanê li hemberî DAÎŞ’ê têkoşîn dan. Ew der bi yêkitî û hêza gel ji DAÎŞ’ê hate paqijkirin. Ji ber vê têkoşîna bêhempa 1'ê  Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate îlankirin. Gel li wir pergala demokratîk ava kir. Niha bi hevkariya Rusyayê li ser Kobanê dîsa êrîş tên kirin. Em van êrîşan şermezar dikîn. Kobanê warê aşitiyê ye. Divê herkes bizane ku êrîşa li ser Kobanê li dijî aşitiyê ye.”    ‘Kobanê ya Kobaniyan e, Efrîn jî ya Efrîniyan e’   Jina bi navê Halîme Kara jî nêrazîbûn nîşanî êrîşên li ser Kobanê da û got ku divê ev êrîş bên sekinandin û wiha got:” Her êrîş kezeba dayikan dişewitîne. Kobanê bi bedelên mezin hat rizgarkirin. Bi hezaran mirov li Kobanê hatin qetilkirin. Niha dîsa êrîş dikin, em naxwazîn ku êdî mirov bên qetilkirin. Bila êdî kezeba dayîkan neşewitînin.Çima di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de êrîş kirin? Şer hêsane, lê pêkanîna aşitiyê zehmet e. Em çiqas dengê aşitiyê bilind bikin, ew di daxwaza şer de ewqas israr dikin. Di meha zivistanê de êrîş dikin. Gel neçar dibe. Divê dewletên navneteweyî dev ji vê helwesta xwe berdin. Kobanê ya Kobaniyan e û  Efrîn jî ya Efriniyan e. Mafê tu kesî nine ku êrîşî jiyana li welatekî din bike. Divê em êdî destûr nedin ku kesek bimire. Ez êrîşên li ser Kobanê û Grî Spî şermezar dikim. Divê ev êrîşên li ser mirovahiyê bên sekinandin.”