ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-05 09:00:00   *Jinên Şengalê êrîşên li ser Kobanê hatin kirin şermezar kirin bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk de anîn ziman.  Gelê Şengalê diyar dikin ku dagirker çibikin bila bikin lê nikarin ku îradeya me bişkînin.   *Cîgira Hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Ferîde Brahîm geşedanên siyasî û rewşa dagirkeriya Tirkiyê nirxand, ferîde diyarkir ku stratejiya tirkiyê li ser bingehê qirkirina gelan e. Ji bo wê jî dixwaze vîn û aramiya herêmê têk bibe, lê agirê  şoreşa rojavayê Kurdistanê dê erdogan û pergala wî  bişewtîne û tûne bike. DÎMEN HEYE   *Rêveberiya girtîgeha Gîresûnê ji girtiyê bi navê Îbrahîm Kan re cezayê pereyê “Heqê xwarinê” birî. Malbata Îbrahîm bertek nîşanî vê biryarê da û gotin ku ew ê pere nedin.  DÎMEN HEYE   *Bi hevkariya Rusyayê Hikûmeta tirk êrîşî Kobanê û Girê Spî dike. Jinên Colemêrgê bertek nîşanî êrîşên li ser rojavayê Kurdîstanê dan. BI DÎMEN   *Sîbel Kabul derbarê girtiyên li girtîgeha Tîpa L ya Patnosa Agiriyê dimînin û bi binpêkirina mafan ji rojevê dernakeve, bang kir û wiha got: “Her cara em diçin girtîgehê, tiştê em ji wan dibihîzin ‘dengê me bidin bihîstin’ e.”   *Guherînên ku hikûmeta AKP’ê dixwaze di sererastkirina nefeqê de bike, mêrê bi navê Rauf Ahmet Gungor ê ev 8 sal e mehê 200 TL nefeqe dide Tulay Tatar a dest jê berdabû, xist nav tevgerê. Rauf îdia kir ku hewcedariya Tulay ya ku naxebite û debara xwe nikare bike, bi nefeqê tune ye. Dadgehê jî doza ji bo betalkirina nefeqê hat vekirin red kir.   *Selamat Yeşîlmen li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna der barê mirina Selamet Yeşîlmen de tevî îfadeyên şahidan û raporên otopsiyê, tu pêşketin tune ye. Dozger îdia kir ku ‘delîlên baş tune ye’.   *Rêvebera DBP’a Amedê Sevîm Adsoy diyar kir ku ji bo hilbijartinên herêmî xebatên fîzîbîlîte dane destpêkirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku faşîzm bibe sazî û ya pêşî li vê bigire jî HDP ye. Hevşaredên me hatine girtin, em dikarin 3’an bikin 15 û 96. Di vê nokteyê de tirsa me tune ye.”DÎMEN HEYE