Li Amedê Meclisa Astengdaran hat avakirin 2018-11-04 15:47:15   AMED - Konfederasyona Astengdaran, li Sumerparkê ya Amedê, di çarçoveya "Li Tirkiye ber bi Meclîsa Astengdaran ve" bi civînekê Meclîsa Astengdaran ava kirin.    Konfederasyona Astengdaran, li Sumerparkê ya Amedê civîn pêk anî û di civînê de avakirina Meclîsa Astengdaran îlan kir. Rêvebera Konfederasyona Atengdaran Şule Serpîl Îçli, di civînê de bal kişand ser armanca meclîsê. Şule Serpîl Îçlî, anî ziman ku armanca wan ewe ku li herêman astengdarên ku ne bi rêxistin û belavbûyî ne di meclîsên herêmî de wan komî ser hev bikin û bêtir wan bi rêxistin bikin û bi hev re pirsgirêkên wan bînin ziman.    Şule Serpîl Îçlî, da zanîn ku ew armanc dikin ku li herêman meclisan ava bikin û bi van meclîsan ber bi meclîsa Tirkiye ve xwe bi rêxistin bikin û wiha got: "Li Tirkiye gelek meclîsên astengdaran hene. Konfederasyona me armanc dike ku hemûyan komî ser hev bike û wan bi rêxistin bike. Em dixwazin bi van meclîsan pirsgirêkên astengdaran çareser bikin. Em li Amedê 16’emîn meclîsa herêmî ava dikin. Em armanc dikin ku bi giştî 52 meclîsan ava bikin. Li gorî pêdivîyê dê nûnertî û rêveber bên peywirdarkirin."