Hemrîn Elî: Lîstika Fotbolê ne tenê ya mêran e 2018-11-04 11:41:03   Şêrîn Zêrevan    QAMIŞLO – Cara yekem jinên futbolvan ên ciwan li stadyoma Heysem Kiço ya Taxa Bişêriyê hatin pêşberî hev.   Jinên ciwan yên Tîma Qamişlo û Tîma Amûdê yên Kanton Qamişloyê yekemîn car li Stadyoma Heysem Kiço ya Taxa Bişêriyê hatin pêşberî hev û di encamê de  Tîma Qamişloyê ya Jinan Tîma Amûdê têk bir û bi ser ket.   'Jinan hişmendiya mêran a li dijî futbolê têk bir'   Hevseroka Desteya Ciwan û Siporê Hemrîn Elî li ser lîstina jinan a futbolê nirxandin kir û wiha got: “Ev  yekemîn care ku jinên Tîma Qamişlo û Tîma Amûdê di futbolê de tên pêşberî hev. Di demên berê de derfetên jinan ku di lîstika fubtbolê  bilîzin tunebû û piranî futbol wekî lîstika mêran dihat zanîn. Ji bo ku em vê zihniyetê bişkînin û wekheviya jin û mêran a di futbolê bidin nîşandan me tîma jinan ava kir. Me bi vê yekê xwest ku em balê bikşînin ser siporê û jinên ciwan tê de pêş bixin. Lê di warê sparê de xawaza me ne tenê ku jin di futbolê de cih bigirin di heman demê de mexwest ku jin Voleybol, Basketbol, taykvando, kerate û setrancê  jî bilîsin.”   'Lîstika futbolê tênê ne ya mêran e'   Lîstikvana Tîma Qamişlo ya bi navê Rehef Hisên jî hestên xwe yê serkeftinê wiha anîn ziman: “Ev çar salên min ku ez fotbolê dilîzim. Piştî ku min bi salan xwe perwerde kir, êdî ez derbasî lîstika fotbolê bûm. Serbilindahiyeke ji bo min ku ez weke keçeke ciwan di Tîma Qamişloyê de cihê xwe digrim û fotbolê dilîzim. Ez gelek kêfxweş im ku em îro bi ser ketine. Armanca me ne bi tenê serkeftin e, di heman demê de em dixwazin ku hebûna xwe diyar bikin û em bibêjin ku em jinên ciwan di karin futbolê jî bilîzin. Futbol tenê ne lîstika mêran ya jinan e jî.  .”