'Em ê her tim li pey têkoşîna zarokên xwe bin' 2018-11-03 15:24:53   ENQERE - Dayikên Şemiyê beşdarî Lîjneya Giştî ya ÎHD’ê bûn û çalakiya xwe ya heftane li ber avahiya cihê lîjne pêk tê li dar xistin. Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosun got: “Her cihê ku em ê biçinê, em ê veguherînin Qada Galatasarayê.”    Dayikên Şemiyê yên ku beşdarî Lîjneya Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bûn, çalakiya hefteya 710’emîn li ber avahiya Komeleya Çandê ya Haci Bayram Velî ku lîjne pêk hat li dar xistin. Dayikan çalakiya rûniştinê li dar xist û li aqûbeta windayan pirsîn.     Dayika Şemiyê Hanim Tosun a di çalakiya rûniştinê de axivî diyar kir ku her cihê ew ê biçinê dê veguherînin Qada Galatasarayê û got: “Em ê qet dev ji lêgerîna mafê xwe bernedin. Kes nikare me di hundiran de tengav bike. Ji bo me her dever Galatasaray e. Bila dewlet demildest gav biavêje. Heta dewlet gavê neavêje em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bila kiryar bên darizandin.”     Hanîfe Yildiz a 24 sal e ji bo kurê xwe winda Murat Yildiz li Qada Galatasarayê her hefte rûdinişt jî got: “Cihek me derdê xwe ji mirovan re digot wê jî qedexe kirin. Ev 24 sal e em li meydanan e. Hûn jî 16 sal e hikumet in. Hûn bûyerê li ber serê qewimîn ronî nakin, hûnê çawa cînayeta li sefaretxaneyê ronî bikin? Ka hûn dengê bêdengan bûn. Hûnê bi qedexekirina çalakiya me bibin dengê bêdengan.”     Zubeyde Tepe ya dayika nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê 25 sal berê li Bedlîsê hat kuştin jî bertek nîşanî qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê da û got: “JÎTEM’ê kurê min revand û kuştin. Ji bo em ji kujerên zarokên xwe hesab bixwazin Qada Galasarayê dixwazin. Em ê hemû astengiyan bişkênin û li qada bin. Me çi xwest? Me tenê xwest kujerên zarokên me bên darizandin. Em ê her tim li pey têkoşîna zarokên xwe bin. Me êdî zextan şikandiye. 25 sal e kurê min winda ye. Bi pey re bi sedan kes winda bûn. Cenazeyên gelekan nehatiye dîtin. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”    Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî daxuyaniya hefteya 710’emîn a li Stenbolê hat dayîn xwend. Piştî daxuyaniyê dayikan çalakiya xwe bi dawî kir.