Xizmên Windayan di hefteya 508'emîn de li aqubeta Şîrîn Bayram pirsîn 2018-11-03 15:08:28   AMED - Xizmên Windayan û ÎHD'ê di çalakiya xwe ya hefteya 508'emîn de li aqubeta Şîrîn Bayram ê ku di 1'ê Mijdara 1966'an de li Gundê Demircî yê Pasûrê hat binçavkirin pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê û xizmên windayan bi dirûşma "Bila winda bê dîtin, kujer bên darizandin" çalakiya xwe ya 508'emîn li dar xistin. Çalakî li Eywana Konferansa Şaxa ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin. Li eywana çalakiyê pankarta "Bila winda bê dîtin, kujer bên darizandin" û wêneyên windayan hat daliqandin. Serokê Bajêr yê Amedê yê CHP'ê Mehmet Sayin, parêzkarên mafên mirovan, xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Sekreterê Şaxa Amedê ya ÎHD'ê Yuksel Aslan Acer daxuyanî xwend.    Di çalakiya hefteya 508'emîn de li aqubeta Şîrîn Bayram ê ku di 1'ê Mijdara 1996'an de li Gundê Demircî yê Pasûrê hat binçavkirin, hat pirsîn.    'Dê têkoşîna me bidome'   Endamê Komisyona Windayan ê ÎHD'ê Adnan Orhan axivî û got:"Em bi gelek caran wekî ÎHD û xizmên windayan bi pêkanînên kêfî rû bi rû dimînin. Lê tevî hemû astengiyan û pêkûtiyan dê têkoşîna me bidome."   'Em êşa xizmên windayan parve dikin'   Piştre Sekreterê Şaxa ÎHD'a Amedê Yuksel Aslan Acer axivî û got:"Heta ku kujer bê dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em êşa xizmên windayan parve dikin û em ji dil êşa dayikên xizmên windayan parve dikin."   Yuksel piştre çîroka Şirinê ku ji gundê Demirci yê Pasûrê hat binçavkirin û piştre agahî qet jê nehat girtin, vegot.   Gundên wan hat şewitandin   Yuksel got ku Şirin di 15'ê Tebaxa 1978'an li Gundê Demirli yê Pasûrê ji dayik bûye û ji ber ku wî di 1994'an de serî li ber zextên dewletê netewandiye gundê wan hatiye valakirin û şewitandin.    'Hat tehdîtkirin û îfadeya wî hat guhertin'   Yuksel wiha domand:"Şev saet di 23.00-24.00'de di encama serdegirtan malan de cerdevan û leşkerên Pasûrê Remezan û Şîrîn girtin. Di dema ku Şîrîn û Remezan tên binçavkirin xwediyê xanî Hazal Tekin a hevjîna Ramazan got ku du cerdevanên navên wan Fettah û Cumalî ye û tevî leşkeran bi ser malan de girtine. Di serê sibeha wê rojê de Hazalê diçe agahiyê de apê Şîrîn, Îhsan. Îhsan jî li ser vê gotinê diçe gel sercerdevan Mustafa Bulut û  Huseyin û dixwazin ku aqubeta Şîrin hîn bibe. Piştî rojekê Mustafa ji Îhsan re dibêje Şîrin li qereqolê ye, bi wî re axivîne û çavên wî girtî bû. Di heman rojê de qereqola Pasûrê gazî Mustefa dike û dibêje ku ji kesekî re nebêje me Şîrîn dîtiye. Piştre Mustafa îfadeya xwe diguherîne û dibêje min Şîrîn nedîtiye. Piştî wê rojê tu agahî ji Şîrin nayê girtin."   Daxuyanî bi çalakiya rûniştina xizmên windayan bi dawî bû.