Eren Keskîn: Divê em bi hêza xwe bizanibin 2018-11-03 12:55:30   ENQERE - Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn di 19'emîn Lijneya Awarte de axivî û got:"Aliyê herî xweş ê têkoşîna mafên mirovan ew e ku serî nayê tewandin. Me di van demên dijwar de jî serî netewand. Hemû sazî girtin, lê nikaribûn me bigirtana. Hêzek me ya wiha heye. Me li dijî derbeya leşkerî serî netewand. Divê em bi hêza xwe bizanibin."   Komeleya Mafên Mirovan dê 19'emîn Lijneya Awarte ya ku ew ê 2 rojî bidome li Eywana Konferansê ya Navenda Şêwirmendî û Çandê ya Haci Bayram Velî çê bikin. Li eywana konferansê pankartên "Ji pergala OHAL'ê ya min de re na", "Bila girtiyên nexweş ên giran bên berdan", "Tecrîd îşkenceye divê îşkence bi dawî bibe"," Bila girtîgehên zarokan bên girtin","Pêdiviya vê axê ji aştiyê heye" hat daliqandin. Ji xeynî delegeyên ji derve, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli, Parlamenterên HDP'ê, Endama PM'a HDP'ê Gulsen Ulker, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Redkarên Wicdanî, Aktivîst, Sefîra Hollandayê Jan Willem Scholten, Sefîra Danimarkayê Katrine Thorup, Ji rojnamegerên Swêdê, Jookim Medin, Serokê FIDH'ê Dimitris Christopoulos û Serokê  Euromedê Wadih Al beşdarî lijneyê bûn.   Lijne bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre pêşniyariya dîwanê hat peşkeşkirin. Ji bo serokatiya dîwanê Akin Birdal û Latife Kahya hat hilbijartin.    'Pêdiviya Tirkiyeyê ji makezagonek nû heye'   Di destpêkê de Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan axivî. Ozturk wiha got:"Di serdemek dijwar û otorîder de em têkoşîna parastina mafên mirovan didomînin. Ev peywirek girîng e. Di nava pirsgirêkan de ya herî girîng Pirsgirêka Kurd e. Divê ev bê çareserkirin. Her wiha divê Tirkiye dev ji polîtîkayên çewt ên Rojhilata Navîn berde."   'Ev têkoşîna qet naqede'   Piştre Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn axivî û got:"Em dehnê xwe ji bîr nakin. Dehnê Apê Mûsa, Leman, Vedat Aydin ê li me em ji bîr nakin. Em her dem pêvajoyên dijwar dijîn. Lê ev têkoşîna qet naqede."   'Divê em bi hêza xwe bizanibin'   Aliyê herî xweş ê têkoşîna mafên mirovan ew e ku serî nayê tewandin. Me di van demên dijwar de jî serî netewand. Hemû sazî girtin, lê nikaribûn me bigirtana. Hêzek me ya wiha heye. Me li dijî derbeya leşkerî serî netewand. Divê em bi hêza xwe bizanibin."   Lijneya giştî bi axaftina mêvanên ku ji derve hatine didome.