Gûlbîn Şahîn: Piştî pêvajoya çareseriyê binpêkirin zêde bûn 2018-11-03 09:03:25   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Parêzer Gûlbîn Şahîn, binpêkirinên mafan ên li gitîgehên Tirkiyeyê tên kirin nirxand û diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû binpêkirina mafan, binçavkirin û girtin gellek zêde bûne.   Li Tirkiyeyê bi pêvajoya şer ku di 15'ê Tîrmeha 2015'an de li Tirkiyeyê kirin dewrê  li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li ser gitiyan û mumeleya kêfî ya li dijî wan zêde bû. Parêzer Gûlbîn Şahîn, derbarê binpêkirinên mafên ku li gitîgehan tên kirin de axivî. Gûlbîn, anî ziman ku tundiya li derve li kesan tê kirin li girtîgehan  du qatê xwe zêde bûye û wiha got: “Piştî pêvajoya çareseriyê hat bidawîkirin û vir de li derve kesên fikrê xwe xwestin azad bibêjin û gotin bi binçavkirin û girtinê re rûbirû man.”   Gûlbîn, a ku di destpêka axaftina xwe de got got ku di demên dawî de li girtîgehan binpêkirina mafan gellek zêde bûye wiha berdewam kir: “Di demên dawiyê de bêhiqûqî binçavkirin gelek zêde tên kirin û roj bi roj operasyon zêde dibin. Li girtîgehan binpêkirina mafan xwe gellek zêde nîşan dide. Me li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Patnos û Girtîgeha Girtî ya Osmaniyeyê bi muvekkûlên xwe re hevdîtin pêk anî. Muvekkîlên min anîn ziman ku li dijî wan bi awayekî sîstematîk tundî zêde bûye, wan dikin hucereyên yek kesî.  Girtiyan di berdewama agahdarkirina xwe de diyar kirin ku herî dwaî hevaleke wan kirine qawişekî nû û  15 rojan îşkence lê kirine û piştre dengê wê yê ji ber îşkenceyê bi wan dane guhdarkirin."   Gulbînê diyar kir ku dema ew diçin girtîeha Osmaniyeyê bi muwekîlên xwe re li girtîgehê hevdîtinê bikin jî di odeyên lê hevdîtin tê kirin de kamera heye û ev tişt got: " Îdianameyan nadin muwekîlên me ji bo ku parastina xwe bikin, bi qamerayan em bi mûvekkîlên xwe re hevdîtinê pêk tînin.  Me xwest ku rewşa girtîgehê bikin girtekan û ji aliyê rêveberiya gitîgehê ve bê îmzekirin . Lê belê wan îmze nekirin û nehîştin ku mûvekîlên me jî îmze bikin. Li ser vê rewşê piştî ku em ji girtîgehê veqetiyan me serlêdana sûc kir.”   ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin’   Gûlbîn, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Patnosê li dijî girtiyên siyasî binpêkirinên mafan gelek zêde ne û wiha bahsa girtîgehê kir: “Di demên dawiyê de her ku diçe tundî zêde dibe. Li Girtîgeha Patnosê ava germ tune ye, li cihê ku jin hevpar ji bo xwe bi kar tînin kamera hatine bicihkirin û qamerayên hundir nehatine rakirin. Berê ji bo kamerayan OHAL wek hincet nîşan didan, lê niha qaşo OHAL rabûye hîn jî ew kamera nehatine rakirin."   Gulbînê bal kişand ser rewşa gitiyên ji doza Nisêbînê tên darizandin jî û wiha got: "Di dosyaya Nisêbînê de kesên ku bi birîndarî hatibûn girtin hebûn, piştî hatin binçavkirin rastî îşkenceyê hatin û dema ku ev kes tevli dozê bûn jî îşkenceya li wan hat kirin anîbûn ziman. Kesên ku wê demê birîndar bûbûn rewşa wan her ku diçe xirap dibe. Niha li Girtîgeha Osmaniyeyê kesekî ji ber doza Nisêbînê hatiye girtin, milê wî şikestiye û di asta ku biqete de ye. Lê li gel vê jî nayê dermankirin. Tenê  carekê birine nexweşxaneyê û xwestine ku bi kelepçe muayene bikin. Lê ji ber ku nexweastiye bi kelepçeyê bê muayenekirin bêyî ku mayene bikin şandine girtîgehê. Hemû girtiyên nexweş rastî vê muameleyê tên. Ev nêzî salekê ye kesên ji ber dosyeya Nisêbîne hatine girtin û birîndarin nayên demramkriin. Li girtîgeha Patnosê jî heman tişt tên jiyîn.”   ‘Binpêkirina mafan hema heman her girtîgehê hene’   Gûlbîn, di dirêjiya axaftina xwe bi lêv kir ku dema li derve asta tundiyê zêde dibe, li  girtîgehan jî du qat zêde dibe û wiha pêl da axaftina xwe: “ Kesên di vê pêvajoyê de tên binçavkirin û hêza tundiyê li ser wan tê nîşandan û her cure tundî li wan tê kirin. Muwekîlên me tên darizandin, wan ji dosyayên wan dûr dixin û dişinin cihên dûr. Nahêlin ku muwekîl û dosya li heman bajarî bimînin bin. Girtiyan her daîm sirgûn dikin. Bi taybetî jî sirgûnî bajarên rojavayê Tirkiyeyê dikin û dixwazin bi SEGBÎS’ê tevlî dozên xwe bibin.  Em ji dadgehan dixwazin ku bila dosya û mûvekîlên me li heman cihî bên hiştin.”   'Ger li dijî tişta tê kirin bi bertek in'   Gûlbîn, di dawiya axaftina xwe de got ku ew wek hiqûqnas li rêyên hiqûqî digerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê mûvekîlên me yên ku îşkence dîtine dosyayên wan lêkolînan bikin û bibin Dadgeha Makeqanûnê. Dema encam jê neyê giritn jî emê bibin DMME'yê. Em li hember vî tiştî bi israrin û em hewl didin vê bikin. Ji xwe gel li dijî tişta tê jiyîn bi bertek e. Em ê bi gel re têkoşîna xwe berdewam bikin.”