Agir bi mala zarokên bê kes ket 2018-11-02 13:12:14   KOBANÊ - Ji ber sedemên ne zelal agir bi Mala Zarokan a bi navê Keskesora Alan a li Kobanê ket û 2 zarokî jiyana xwe ji dest dan.    Do di saetên dereng ên şev de ji ber sedemên ne zelal agir bi Mala Zarokan a bi navê Keskesora Alan a li Kobanê ket û 2 zarokî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zarokek û endama Rêveberiya Mala Zarokan rakirin Nexweşxaneya Qamişloyê.    Di derbarê mijarê de wê rêveberiya weqfa jina azad piştî encamên lêpirsîna Asayîşê, daxuyaniyê bidin.