'Dê dagirker têk biçin' 2018-11-02 10:03:42   Berçem Cûdî-Ilham El-Oso   KOBANÊ - Têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê jinên Kobanê axivîn û gotin:"Em ê bi baweriyek mezin têkoşîna xwe mezin bikin û dê dagirker têk biçin."   Têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê jinên Kobanê axivîn û gotin ku ew tu carî serî li dijî dagirkeran natewînin.    Endama komîteya zagonsaz ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Efendî got:"Ji bo Tirkiye şerê xwe yê navxweyî veşêre êrîşî Rojava dike. Ev polîtikaya ku tirkiye bi saya hêzên derve dike ji bo hemû gelan xetereyek mezin e. Loma divê hemû kes bên gel hev û li dijî vê yekê rabin. Divê bi rihê serîhildana Kobanê em li dijî dagirkeran bisekinin."   'Niha jî têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê didome'    Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got:"Bi rihê têkoşîna Arîn û Avestayan em ê her dem ji bo jiyanek azad û bi rûmet li berxwe bidin û rê nedin pêkhatinên qirêj ên dewleta tirk. Roja 1'ê Mijdarê ya Kobanê ji bo hemû cîhanê bû mînakek giranbiha. Bi taybet jî jinan mohra xwe li bin serkeftinên mezin xistin. Serîhildana li Kobanê hem li dijî zihniyeta çeteyên li dij mirovahiyê bûn, hem jî li dijî dagirkeran bû. Niha jî têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê didome."   'Em nahêlin dagirker bigihêje armanca xwe'   Endama Partiya Demokrat ya Kurdên Sûriyê Gûlîstan Etî got:"1'ê Mijdarê ji bo hemû cîhanê rojek taybet û girîng e. Ji ber ku dewleta tirk tehemmulê serkeftinên gelê Kurd nake loma destkeftiyên Gelê Kurd hedef digire. Naxwaza Kurd bibe xwedî statu û her dem êrîş dike û xwe bi şer xwedî dike. Em jî dibêjin ku li dijî vê yekê em her di anva têkoşînê de bin. Em nahêlin dagirker bigihêje armanca xwe."   'Em tu carî nahêlin ku dewleta tirk bigihêje armanca xwe'   Endama Meclîsa Zagonsaz Cemîle Ehmed jî wiha got:"Dê hewldanên dewleta tirk ên li dijî destkeftiyên gelê Kurd neyê cîh. Gelê Kurd bi salane ku li dijî zilm û zordestiya dewleta tirk derdive û dê berdewam bike. Em ji bo jiyanek azad û aram dixebitin. Em dixwazin ku hemû kes li her qadê xwe birêxistin bikin û bixebitin. Dewleta tirk her dem êrîş dike û di encama vê yekê de nirxên pîroz ên hemû gelan diçewisinin. Em tu carî nahêlin ku dewleta tirk bigihêje armanca xwe. Em ê bi baweriyek mezin têkoşîna xwe mezin bikin û dê dagirker têk biçin."