Gulsum Kav: Derket holê ku qanûna parastinê jî qet naparêze 2018-11-02 09:12:03   STENBOL - Nûnera KCDP’ê Gulsum Kav balkişand ser rapora Tirkiyeyê ku GRAVIO aşkera kiriye û got tespîta ‘binê navînê’ ne rast e û wiha got: “Li welatekî ku zarok ji bo rastî îstîmarê neyên teqlîdê mirinê dikin, ‘binê navînê’ be wê çi bibe, nebe wê çi bibe. Ev ji xwe karaset e. Divê ya herî xirab bê qebûlkirin. Tu xala Peyaman Stenbolê nayê bikaranîn û nokteya em hatinê jî vê yekê nîşan dide.”   Koma Pisporên Çalakiya Li dijî Şîdeta Nav Malê û Şîdeta li ser Jinê (GREVIO) ku saziya kontrolê ya Peymana Stenbolê ye, der barê Tirkiyeyê de rapora nirxandinê weşand.   Nûnera Platforma 'Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin' Gulsum Kav rapora GREVIO nirxand û diyar kir ku Peymana Stenbolê di 2011’an de di dema wezîra polîtîkayên civakî û malbatî Fatma Şahîn de hatiye îmzekirin û got yekem welatê îmze kiriye jî Tirkiye ye. Gulsumê daxuyakirin ku di sala 2011’an de ku peyman hat îmzekirin de kuştinên jinan li Tirkiyeyê ketiye û got ev peyman ji bo jinan bûye xeleka rizgariyê. Gulsumê wiha got: “Di 2010’an de kuştinên jinan dihatin jiyîn. Munevver Karabulut, Ayşe Paşali jî wê demê hatin qetiklirin. Derket holê ku qanûna parastinê jî qet naparêze.”   Gulsumê destnîşan kir ku tevî peyman hatiye îmzekirin xalên wê li Tirkiyeyê pêk nehatine û rapora kuştinên jinan a divê hikûmetê bigirta, baş pêk neaniye û ji ber vê jî wan wek Platforma Emê Kuştinên Jinan rawestînin ev rapor bi rêk û pêk girtine. Gulsumê bi lêv kir ku peymana Stenbolê berpirsyariyên mezin li rayedarên Tirkiyeyê bar dike û got peyman ji bo jinan pir girîng e.   Gulsumê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nokteya din ya girîng a peymanê dibêje ‘tedhîd hebe divê tu biparêzê’. Qanûna me ya parastinê ya hat nûkirin jî li gorî rihê vê peymanê hat amadekirin. Avêtina pêngavên wisa şênber kuştinên jinan kêm kir. Lê ne peymana Stenbolê û ne jî qanûna 6284’an pêk tê. Sê xalên peymanê li Tirkiyeyê pêk nayên. Xala 4’emîn jî dibêje ‘te hemû xal pêk anîn, lê jinan ji bo pêşerojê xurt bike. Di xala 4’emîn de jî bi awayekî şênber polîtîkayên xurtkirinê dixwaze. Lê Tirkiye bi tu awayî xalên wêk nayne.   GRAVIO: Tirkiye di rewşa ‘di bin navînê de ye’   Gulsumê bang li hemû rayedaran kir ku bila hemû peywirên xwe pêk bînin û got ew bi salane xalên peymanê li ser derê vedibêjin û ji ber vê jî mudaxîlê dozên îstîsmarê dikin. Gulsumê balkişand ser rapora GRAVIO aşkera kiriye û wiha got: “GRAVIO beriya raporê bi muxatabên Tirkiyeyê re hevdîtin kiribû. Em wek platform tevlî civîna li Parîsê bûn û me rastiyên kuştinên jinan pêşkêşî wan kir. Di encamê de rêxistinê rapora xwe aşkera kir. Ji bo Tirkiyeyê got ‘di bin navînê de ye’. ev gotin ji bo welatekî rewşek ne baş e. Bi salan balkişand ser rewşa kareset û ji heyeta navneteweyî re ev got. Li Tirkiyeyê he roj jin tên qetikirin. Ji ber vê gotina ‘di bin navînê de’ ne rast e. Li welatekî ku zarok ji bo rastî îstîmarê neyên teqlîdê mirinê dikin, ‘binê navînê’ be wê çi bibe, nebe wê çi bibe. Ev ji xwe karaset e. Divê ya herî xerab bê qebûlkirin. Tu xala Peyaman Stenbolê nayê bikaranîn û nokteya em hatinê jî vê nîşan dide.”