Serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan a hevdîtinê hat redkirin 2018-11-01 17:08:31   STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo biçin hevdîtina mûwekîlên xwe cara 760’emîn hat redkirin.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Serbay Koklu û Sînan Zîncîr ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 760’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdana parêzeran hat redkirin.      Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘OHAL’ serlêdanên parêzeran red dike.