Meclisa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê ji bo Gultan Kişanak dicive 2018-11-01 17:07:04   ÎZMÎR - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê, ji bo Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gutan Kişanak bi dirûşma "Gulten bi jinan re tê gel hev" çalakiyekê wê lê dar bixe.   Meclisa Jian a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê,  bo Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gutan Kişanak a du sal e di girtîgehê de ye bi dirûşma "Gulten bi jinan re tê gel hev" çalakiyekê wê li dar bixe. Di çarçoveya vê çalakiyê de ew ê parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemal Bay û ya Amedê Remziye Tosun pirtûka ku Gutlan di girtîgehê de amade kiriye ya bi navê 'Rengê mor yê Jinê (Kadinin mor rengî) îmze bikin.   Çalakî ew ê di 11'ê Mijdarê roja Yekşemê saet di 13.00'an de bê lidarxistin.