'Kobanê berxwedan hînê bi milyonan gelan kir' 2018-11-01 16:34:41   HESEKÊ - Li Tiltemirê bi meşeke girseyî ku ji aliyê niştecihên Tiltemirê ve hat lidarxistin 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin.     Îro bi sedan welatiyên bajarê Til Temirê yên kurdî, ereb û aşûrî ku li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn meşeke girseyî li dar xistin û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.     Di meşa ku hat lidarxistin de  pankarata bi nivîsa,"Bi rihê Berxwedana Kobanê em ê Efrînê rizgar bikin” hat vekirin û alên YPG/YPJ'ê û Kobgreya Star hatin hilgirtin. Meş ji ber Saziya Malbatên Şehîdan a Til Temirê hat destpêkirin û li Ber Dibistana Mayîsê veguherî şahiyê.  Di şahiyê de li ser navê TEV -DEM'ê axaftin hat kirin.   Di axaftina ku piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat girtin de li ser navê TEV -DEM'ê de wiha hat gotin:"Berxwedana Kobanê rûpelên zêrîn di dîroka mirovatiyê de nivîsandiye û  hemû planên hêzên navneteweyî vala derxistine. Di heman demê de rizgarkirina Kobanê Erdogan matmayî hişt. Ji ber ku  Erdogan  digot, 'Kobanê ket û dikeve.. Kobanê hêza berxwedanê fêrî bi hezaran gel kir. Êdî gel hêza xwe ji berxwedana Kobanê digirin. Niha Erdogan bi êrîşên xwe dixwaze derbeyekê li Kobanê bide û roja rizgarkirina wê veguherîne dagirkeriyê. Lê em weke gelê kurd ti caran rê nadin dagirkeran."   Paşê Koma Şoreş bi stranên xwe yên şoreşgerî şahî geş kir û gel govenda azadiyê gerand.