Jinên ku gotin em bi hev re bi hêz in ew ê li Hatayê bên gel hev 2018-11-01 14:42:37   HATAY - Tevgera Jinan a Em bi hev re bi hêz in, ji bo hevdîtina ku ew ê di 25'ê mihdarê de li hatayê pêk bînin banga tevlibûnê li jinan kirin.   Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinê re, jin derbarê rojê de starda çalakiyan li her derê didin û dema çalakiyên xwe diyar dikin.  Li Hatayê di 25'ê Mijdarê de jin wê di pêşengiya Tevgera Em bi hev re bi hêz in de bên gel hev. Jinên ku bên gel hev wê bi hev re li çareseriya ku ew ê çawa bibin hêz bigerin.    Jinan berî hevdîtina ku ew ê li Salona Meclisa Şaredariya Hatayê saet di 13.30  de pêk bînin metnek ji bo bangê amade kirin. Di metna ku hat amdekirin de mijarê wekî pêdiviya jinan bi çi heye, ji hatina gel hev çi fam dikin bên destgirtin û ji bo van mijaran çareseriyeke çawa dibê niqaş bikin.