Êrîşên dewleta tirk li Minbicê hat şermezarkirin 2018-11-01 14:05:00   MINBIC - Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyê hat şermezarkirin.    Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyê hat şermezarkirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Ciwanên Minbicê Selah Cuma hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Bakurê Sûriyeyê şermezar dikin. Erdogan li hemberî wekheviya gelan, ewlehiyê û aştiyê şer dike. Em ê tu carî van êrîşana qebûl nekin û li dijî van êrîşana bisekinin. Em ê li ser xeta Arîn û Avestayan berxwedana xwe bidomînin. Em bêdengiya hêzên navneteweyî jî bi zimanekî tund şermezar dikin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî ciwanên şoreşger","Bijî yekîtiya gelan û berxwedana wan" bi dawî bû.