Li Amed û Êlihê bi ser malan de hat girtin 2018-11-01 10:30:56   AMED/ÊLIH - Hat diyarkirin ku polîs û leşkeran li 76 gund û taxên girêdayî 3 navçeyên Amedê bi ser 107 malan de girtin.    Leşker û polîsan li 76 gund û taxên girêdayî navçeyên Karaz, Lîcê û Hezro yên navçeyên Amedê bi ser 107 malan de girtin. Piştî Walîtiyê li 3 navçeyan "qedexeya derketina kolanan" îlan kir, di 29'ê Cotmehê de operasyona eskerî da destpêkirin. Esker û polîsan saet di 00.00'ê 31'ê Cotmehê de, bi ser 76 gund û taxkên çoltarê yên navçeyê Amedê de girt. Leşker û tîmên taybet bi maşîneyên zirxî jî di navde gelek yekîneyan bi ser malan de girt û li 107 malan lêgerîn pêk anîn. Polisan di serdegirtina malan de lêgerîna nasnameyan û Agahiya Giştî kirin.    Walîtiya Amedê di 28'ê Cotmeha 2018'an de saet di 22.00’an de operasyona eskerî dabû destpêkirin. Walitiyê diyar kir ku operasyon di 1'ê Mijdarê saet di 02.00’an de bi dawî bûye.    Li Êlihê serdegirtina malan   Li Êlihê îro jî serdegirtina malan dewam kir. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Duh li navenda Êlih û navçeya wê Kercewsê di serdegirtina gelek malan de gelek kes hatibûn binçavkirin. Hat ragihandin ku ev operasyon didome. Di çarçoveya heman operasyonê de di saetên şevê de polîsan li Êlihê bi ser gelek malan de girt. Di operasyonê de polîsan bi ser mala Hevşaredarê ji Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) ê Êlihê ku ji peywîrê hat girtin Sabrî Ozdemîr de jî girt û ew binçav kirin. Hat zanîn ku bi Ozdemîr re gelek kesên din jî hatine binçavkirin û sedemê binçavkirinê nehat zanîn. Piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.