Kobanê bû navê jiyanek nû: Ji xeynî Tirkiyeyê hemû cîhanê piştgirî da 2018-11-01 09:13:47   ÎZMÎR - Dayika Ekrem Kaceroglu yê di çalakiyê 6-8’ê cotmehê de li Îzmîrê hat lînçkirin û qetilkirin, Şîrîn Kaceroglu diyar kir ku kujerê kurê wê yên gotine ‘Kobanê li ber ketinê ye’ û wiha got: “Xwestin mirovan bêdeng bikin lê Kobanê ji bo cîhanê bû cihekî girîng. Li wir jiyanek nû hat avakirin, pergalek nû hat avakirin. Bêyî Tirkiyeyê hemû cîhanê piştgirî da vê.   Bi banga ronakbîran ku tê de Noam Chomsky û xwediyê xelata Nobelê Adolfo Perez Esquîvel jî heye 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Di çalakiya protestokirina êrîşên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê ku di 7’ê cotmeha 2015’an de pêk hat, li taxa Doganlar a Bornova ya Îzmîrê polîs êrîşî girseyê kir û koma nîjadperest jî gule barand. Di encama vê de Ekrem Kaçeroglu bi kevir û ço hat lînçkirin û qetilkirin.   Doza der barê bûyerê de di meha hezîranê de bi encam bû ji bo 3 gumanbaran di navbera 17,5 û 19 sal û 2 mehan ceza hat dayîn, gumanbarekî jî berat kir.   Dayika Ekrem, Şîrîn Kaçeroglu diyar kir ku Ekrem bi awayekî plankirî hatiye qetilkirin û wiha got: “Ji bo nîjadepestiya li hemberî Kurdan pêk were zîhniyetek heye. Me ji kesî re neyarî nekir. Hele ku Ekrem. Êdî bes e, ev zilma li ser Kurdan.”   Hûn rehet radizên?   Şîrînê bi lêv kir ku gelê Kurd wê heta dawî têbikoşe û wiha got: “Emîne Erdogan wek min êşê dikşîne? Hadî êşa kurê min nakşîne, gelo êşa leşkeran dikşîne? Agir dikeve ku wir dişewitîne. Niha 3 kes di hundir de ne. Ji ber Ekrem kuştin. Gelo kê berê wan da vê kuştinê? Yên berê wan dan vê kî ne? Ez bang li her kesên ji bo pere dest ji rûmeta xwe berdidin dikim; hûn rehet radizên? Ekrem kesekî bi wijdan bû. Li dijî binpêkirina mafan bêdeng nedima. Kujerê Ekrem kî ye? Yên ku gotin ‘Kobanê li ber ketinê ye’. Ekrem bû qurbana komployê. Çend kesên rûyê wan girtî di çalakiyê de hatine, Molotof avêtine û piştre ketine nav polîsan. Provakatoran xwe veşart. Ji ber Ekrem li dijî êrîşên Kobanê bêdeng nema xwestin bêdeng bikin.”