Jinên Efrîn: Dagirker hêza xwe ji bêhiqûqiyê digire 2018-11-01 09:01:56   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jinên Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û gotin:"Êrîş û hovîtiya dagirkeran nayê qebûlkirin. Dagirker hêza xwe ji bêhiqûqiyê digirin. Divê hemû cîhan li dijî vê êrîş û hovîtiyê bêdeng nemîne."   Jinên Efrînê yên ku li gundê Til Nesrî yê girêdayî bajarê Til Temirê ya Kantona Hesekê bi cih bûne, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê axivîn û gotin ku ew ê li dijî vê yekê heta dawî têbikoşin û nehêlin ku planên qirêj bigihêje armanca xwe.    'Em ê her li dijî zihniyeta dagirkeriyê têbikoşin'   Jina bi navê Fatma Mustefa diyar kir ku êrîşên li dijî nirxên mirovatiyê û destkeftiyên gelê Kurd didome û wiha got:"Em di destpêkê de bêdengiya li dijî kiryarên dewleta tirk bi zimanekî tund şermezar dikin. Divê dawî li vê bêdengiyê bê. Hemû cîhan ji bo aştiyê dema ku tev negere dê hemû cîhan di bin bandora şer a dijwar de bimîne. Hemû cîhan dema ku dest bidin hev dê bikaribe ku dawî li vî şerê qirêj ê li cîhanê bê. Em nahêlin ku dewleta tirk bi pêkanînên xwe yên qirêj bigihêje armanca xwe."   'Dagirker hêza xwe ji bêhiqûqiyê digire'   Jina bi navê Emîna Muhemed jî destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li dijî kiryarên dewleta tirk derkevin û wiha got:"Zihniyeta mêtingerî û dagirkeriyê tenê temenê şer dirêj dike. Dewleta tirk jî her dem ji bo temenê şer dirêj bibe di nava hewldanek mezin de ne. Bi taybet jî her dem destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin. Lê em wekî jin û gelê Kurd destûrê nadin ku ew bigihêje armancên xwe yên qirêj. Dagirkerên wekî dewleta tirk her dem xwe bi şer xwedî dikin û hêza xwe ji bêhiqûqiyê digire. Êrîş û hovîtiya dagirkeran nayê qebûlkirin. Divê hemû cîhan li dijî vê êrîş û hovîtiyê dawî li bêdengiya xwe bînin."