ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-01 09:00:00   * Jinên Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û gotin:"Êrîş û hovîtiya dagirkeran nayê qebûlkirin. Dagirker hêza xwe ji bêhiqûqiyê digirin. Divê hemû cîhan li dijî vê êrîş û hovîtiyê bêdeng nemîne." DÎMEN HEYE   *Jinên ku li kampa Rojhilatê Minbicê bi cih bûne diyar kirin ku ew tevî şertên dijwar hewl didin ku li ser piyên xwe bisekinin û gotin ku ew hemû jinên li kampê bi hev re têkoşîna jiyanê didin.DÎMEN HEYE   *Zaroka astengdar a 12 salî ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê tevî malbata xwe li Şehbayê bi cih bûye bi tevger û nêrînên xwe diyar dike ku ew gelekî di bin bandora şer de maye û gelek xeyalên wê hatine talankirin.  DÎMEN HEYE   *Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê Eylem Amak, derbarê nexşeya rê ya hilbijartina heremî de axivî û got ku HDP ji  hilbijartina heremî re amade ye. BI DÎMEN   *Yek ji Fermandarên YPJ'ê Meryem Kobanê ku di dema êrişên  li ser  Kobanê de Fermandartiya  qadê kiriye, ji bo salvegera 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê, kiriye ji ajansa me re derbarê girîngiya Kobanê de axivî.    *Dayika Ekrem Kaceroglu yê di çalakiyê 6-8’ê cotmehê de li Îzmîrê hat lînçkirin û qetilkirin, Şîrîn Kaceroglu diyar kir ku kujerê kurê wê yên gotine ‘Kobanê li ber ketinê ye’ û wiha got: “Xwestin mirovan bêdeng bikin lê Kobanê ji bo cîhanê bû cihekî girîng. Li wir jiyanek nû hat avakirin, pergalek nû hat avakirin. Bêyî Tirkiyeyê hemû cîhanê piştgirî da vê.   *Dayika Şemiyê Hatîce Toraman ji 27’ê Gulana 1995’an heta niha Qada Galatasarayê terk nekiriye. Hatîce wiha dibêje: “Ev 27 sale we ne kurê min ne jî kujerên wî dîtin. Ka we digot kurê we li cihê baş e.”DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu ku qeyûm tayînî şûna wê bû, diyar kir ku pergala hevserokatiyê îdeolojiya serdestiya mêr ne rehet kiriye û wiha got: “Em tabloya di hilbijartinên herêmî yê 2019’an de dertê ji niha de dibînin. Wê têkoşîna jinê bi ser bikeve û dê pergala hevserokatiyê pêngavekê pêş de biçe.”DÎMEN HEYE   *Jinên li gundên Qerejdaxê gelek kevneşopiyan didomînin, dest ji kevneşopiya sedsalan berê çerçîtiyê jî bernadin. Jinên gundê Keşîşlî wiha dibêjin: “Em ne tenê ji bo dan û stanê, em ji bo sohbetê jî tên cem hev. Em li vir derfet dibînin. Pereyê me yê yekê tune be, ya din derdixe dide. Niha li bajaran navendên mezin hene lê em çerçiyên xwe bi wan naguherin.” DÎMEN HEYE   *Li Karabaglarê ku cihê herî mezin yê ‘veguhestina bajarî’ hatiye diyarkirin, gel bertek nîşanî rojeva ‘efûya îmarê’ ya di erefeya hilbijartinê de da. Welatiyan diyar kir ku bi nezelaliyên di qanûnê de bi zanebûn gel tê mijûlkirin û got fatura krîzê jî li xizanan hatiye barkirin.DÎMEN HEYE   *Hîndekara Elman Mînna Cauer ku wek parêzvana tevgera baskên radîkal, rojnameger û pedagog têkoşîna mafê jinan da, di 1’ê Mijdara 1841’ê de hat dinê.