Foza Yusuf: Êrîşên TSK'ê dê temenê DAÎŞ'ê dirêj bike 2018-10-31 14:58:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê li dijî Kobanê û Girê Spî şerê li dijî Koalîsyona Navnetewî ye û ne tenê li dijî QSD'ê ye.   Artêşa Tirk di van du rojên borî de bi tank û topên xwe herdu kantonên Kobanê û Girê Spî topbaran kirin û di encamê de endamekî Hêzên Erka Xweparastinê ku parastina sînor dikir jiyana xwe ji dest da.   Girêdayî vê mijarê Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif di gotareke xwe de ku li ser rûpela xwe ya Facebook'ê weşandiye diyar kir ku ev êrîşa Tirkiyeyê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê xizmeta dirêjkirina temenê DAIŞ'ê di Sûriyeyê de dike.   Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif di dawiya gotara xwe de bang li Hêzên Koalîsyona Navnetewî kir ku helwesta xwe li hemberî van êrîşan zelal nîşan bidin an jî rewş dê dijwartir bibe û derfet ji DAIŞ'ê re peyda bibe ku hêza xwe ji nû ve vejîne.