Li Kobanê Perspektîfa Neteweya Demokratîk bi beden bû 2018-10-31 10:57:56   AMED-Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal bal kişand ser perspektîfên Abdullah Ocalan û wiha got: "Bi perspektîfa birêz Abdullah Ocalan a 'Neteweya Demokratîk' perspektîfa ku hemû gel li Kobanê bi hev re bijîn derket holê. Perspektîfa Neteweya Demokratîk li Kobanê bi beden bû."   Li ser banga Mirovên zanist, nivîskar û siyasetmedar  ên li cîhanê navdar 1'ê Mijdarê di 2014'an de bû Roja Cîhanê ya Kobanêya ku li dijî DAÎŞ'ê heta dawî li ber xwe da.  ji wê rojê û şûnde her sal 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin.   Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Newroz Uysal, a di heman demê de parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, derbarê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de nirxandin kir.    Abudllah Ocalan: Ger Kobanê bikeve wê pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe   Newroz diyar kir ku Kobanê û Rojava hem di têkoşîna tevgera krud a dîrokî de û hem jî di pêvajoya ku tê gotin ya Şerê Cîhanê a 3'emîn e de cihekî girîng digirin û li ser ketin û neketina Kobanê niqaş zêde hatin kirin. Nevwroz di berdewamiyê de wiha got: "Li diî kampîtalîst modernîteyê ji amûrkirina ol bigire heta bi tunekirina jinê ewê çi bihata kirin? Li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê hebû.  Tirkiyeyê wê demê gotibû ger 'Kobanê bikeve ez ê di şevekê de 4 kantonan îlan bikim'.  Li dijî vê birêz Abdullah Ocalan jî gotibû,'Ger Kobanê bikeve wê pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe'. Ev jî xeta sor a birêz Abdullah Oclaan bû."   'Pergaleke ku ji bo tevahiya Rojhilata navîn bibe mîna hat avakirin'   Newroz Anî ziman ku Rojava - bakurê Sûriyeyê di warê guhertin û veguhertinê de li Rojhilata Navîn gelek girîng e û wiha got: "Li Kobanê jiyaneke ku ji bo tevahiya Rojhilta Navîn bibe mînak hat afrandin. Li Kobanê perspektîfa birêz Abdullah Oclan a Neteweya Demokratîk bi beden bû. Têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ku cîhanê pê re dernexist serî bajarekî biçûk pê re derxist serî. Kobanê di warê pêşketina têkoşîna jinê ya hiqûqî de pêşveçûneke mezin bi dest xist û bû bajarê ku gelek netew lê dikarin bi hev re azad bijîn."    Pêdivî ji nû ve bi înşakirina ruhê Kobanê heye'   Newroz di berdewamiya axafitina xwe de wiha got: "Kur li Kobanê bi 'Perspektîfa Neteweya Demokratîk' bi ser ketin. Pêdivî niha jî bi wî ruhê ku li Kobanê hat înşakirin heye. Ji ber vê divê ku em yekitiya wê demê îro jî ava bikin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Oclan jî bi rewşa Rojava ve girêdayî ye. Li ser niqaşên ku ewê têkoşîna kurdan bi be alternatîf an jî nebe, li gel bertekên navneteweyî pêvajoya çareseriyê hat bidawîkirin. Ev 3 sal e ku em ji birêz Abdullah Ocalan tu agahiyê nagirin. Ji ber vê pêdivî ji nû ve bi înşakirina rûhê Kobanê heye."