'Siyaseta ku tê meşandin a tunekirinê ye' 2018-10-31 09:03:59   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Derbara qeyrana siyasî ya li Sûriyeyê Berdevka Rêxistina Jinan a PYD'ê Sîlvana Elî diyar kir ku ji bo çareseriya qerana Sûriyeyê biryarek hevpar pêwist e û got:"Di mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê de divê jin jî bi îradeyek azad beşdar bibin. Lê kesên ku ji bo berjewendiyên xwe biparêzin qaşo ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê dicivin. Qeyrana Sûriyeyê li ser bingeha berjewendiyan çareser nabe. Ev qeyran ancax bi hêz û îradeya jinê ya azad çareser bibe."   Qeyrana siyasî û ya şer ku bi salan e li Sûriyeyê didome hîn nehatiye çareserkirin û her ku diçe qeyran kûrtir dibe. Têkildarî mijarê de Berdevka Rêxistina Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîlvana Elî got:"Siyaseta ku bi destên hêzên derve ku Tirkiye jî di nav de ye, li Sûriyeyê tê meşandin a tunekirinê ye. Tirkiye li Sûriyeyê li çareseriyê nagere ew tenê dixwaze ku destkeftiyên Kurdan hedef bigire. Lê divê hemû kes dev ji siyaseta tunekirinê berde û bi hev re rêyên diyalog û çareseriyê vekin."   'Bi taybet jî di nava vê bazara qirêj de jin hedef tên girtin'   Sîlvana Elî destnîşan kir ku demokrasî bi fikra berjewendiyên kesayetî pêk nayê û wiha got:"Dewletên ku kom dibin û qaşo dibêjin em ê pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin tenê berjewendiyên xwe difikirin. Loma ev pirsgirêk bi salan e ku çareser nabe. Bi taybet jî di nava vê bazara qirêj de jin hedef tên girtin. Piştî dagirkirina Efrînê me ev yek bi awayekî zelal li ber çavan dît. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê nêrîn û fikrên jinê bên parastin û statuya gelê Kurd hedef neyê girtin. Divê biryara çareseriyê hemû gelên li Sûriyeyê dijîn bidin."   'Divê rejîma Sûriyeyê jî li dijî dagirkeriya dewleta tirk derkeve'   Sîlvanê bi lêv kir ku divê li dijî dagirkeriyê hemû gelên li Sûriyeyê dijîn bibin yek û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk ji bo armancên ku tenê berjewendiya şer diparêze tevî çeteyan Efrîn dagir kir. Divê hemû gelen li Sûriyeyê dijîn û rejîma Sûriyeyê lidijî dagirkeriya dewleta tirk derkevin. Di mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê de divê jin jî bi îradeyek azad beşdar bibin. Lê kesên ku ji bo berjewendiyên xwe biparêzin qaşo ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê dicivin. Qeyrana Sûriyeyê li ser bingeha berjewendiyan çareser nabe. Ev qeyran ancax bi hêz û îradeya jinê ya azad çareser bibe. Siyaseta ku bi destên hêzên derve ku Tirkiye jî di nav de ye, li Sûriyeyê tê meşandin a tunekirinê ye. Tirkiye li Sûriyeyê li çareseriyê nagere ew tenê dixwaze ku destkeftiyên Kurdan hedef bigire. Lê divê hemû kes dev ji siyaseta tunekirinê berde û bi hev re rêyên diyalog û çareseriyê vekin."