Zarokên Efrînê wêneyên komkujiyê xêz kirin 2018-10-30 17:28:13   Lîlav Elî   ŞEHBA  - Çalakiya zarokan a ku ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê ve li Navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê hat lidarxistin di roja 3'emîn de bi dawî bû.    Çalakiya zarokan a ku ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê ve li Navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê hat lidarxistin di roja 3'emîn de bi dawî bû. Nêzî 100 zarokî îro wêne xêz kirin. Zarokan hestên xwe anîn ziman û gotin:"Em dixwazin vegerin Efrînê me bêriya Efrînê kiriye."   'Ez wêneyê komkujiyê xêz dikim'   Zaroka bi navê Ronahî Sîdo wiha got:" Ez li Navçeya Mehmudiyê ya Herêma Efrînê dijiyam. Erdogan li wir komkujî pêk anî. Îro ez wek zarokeke Efrînê hemû hovîtiyên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê bi wêneyekê xêz dikim bi tayîbet komkujiya Mehmudiyê."   'Em hêvî dikin ku em ê vegerin Efrînê'   Ji aliyê din ve zaroka bi navê Sara Şêx Ehmed a ji Navçeya Şiyê wiha got:"Em di wêneyên xwe de Efrînê xêz dikin. Em hêviya ku em ê vegerin Efrînê li ser qaxizan xêz dike. Em hêvî dikin ku em ê vegerin Efrînê."   'Em hovîtiya ku li me hat kirin ji bîr nakin'   Emîne Cimo wiha hestên xwe vegot:"Ji ber dagirkeriya dewleta tirk bi hezaran zarok hatin koçkirin. Em hovîtiya ku li me hat kirin ji bîr nakin."   Negam Ehmed jî got ku ew Efrînê ji bîr nakin û Efrîn a zarokên Efrînê ye.