Jinên Şengalê: Em ê li dijî tecrîdê her li berxwe bidin 2018-10-30 10:09:31   Nisrîn Hisên/ Viyan Said   ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin:"Heta ku tecrîd bi dawî nebe dê pirsgirêkên aştî û azadiyê çareser nebe. Em ê hemû jin li dijî tecrîdê her li berxwe bidin. Divê demildest tecrîd  bi dawî bibe."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 11’ê îlona 2016’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û ji wê rojê şûnde agahî jê nehat girtin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi parêzeran re, ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha jî bi heyeta Îmraliyê re nikare hevdîtinan pêk bîne. Têkildarî mijarê de Jinên Şengalê anîn ziman ku tecrîd tu hêviyê nade siberojek azad û aştîyane.    'Divê îradeya gelan neyê tecrîdkirin'   Jina bi navê Nazdar Mamo wiha got:"Em tecrîda li ser Rêberê xwe tu carî qebûl nake. Ew îradeya bi milyonan e. Divê li dijî îradeya bi milyonan rêzdarî bê nîşandan. Divê îradeya gelan neyê tecrîdkirin. Em bêdengiya cîhanê ya li dijî vê bêhiqûqiyê jî şermezar dikin. Heta ku em ji Serokê xwe agahiyê bigirin em ê her di nava têkoşîn û çalakiyan de bin. Em ê heta dawî xwedî li îradeya xwe derkevin."   'Em ê li dijî tecrîdê her li berxwe bidin'   Berfê Elyas jî da zanîn ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neheqiyek mezin e û wiha got:"Di serî ez Serokê xwe bi rêzdarî slav dikim. Serok jiyan e em ê ji bo vê jiyanê heta dawî li berxwe bidin. Tecrîd tu hêviyê nade siberojek azad û aştîyane. Loma divê hemû cîhan li dijî tecrîda giran bisekinin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe dê pirsgirêkên aştî û azadiyê çareser nebe. Em ê hemû jin li dijî tecrîdê her li berxwe bidin. Divê demildest tecrîd  bi dawî bibe."