'Kongreya Star hêviya tevahî jinan e' 2018-10-30 09:18:51   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Endama Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star Gulîxan Tahir derbarê rêxistinbûyin û xebatên Kongreya Star de got:" Yek armanca me heye ew jî azadî û rêxistinbûyina jinê û aramiya civakê ye. Heger jin ji koledariyê xelas bibe dê civak aram bibe. Em dixwazin hemû jin bi rengên xwe yên cuda di nava rêxistinbûyin û xebatên Kongreya Star de cihê xwe bigirin."   Endama Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star Gulîxan Tahir derbarê rêxistinbûyin û xebatên Kongreya Star de got:"Em hewl didin ku hemû jin ji bin zilma zihniyeta baviksalarî rizgar bibin. Ji bo aştiyek mayinde û siberojek baş divê jin di her qadê de bikaribe xwe bi rengekî azad îfade bike."   'Kongreya Star îrade û hêza jinan temsîl dike'   Gulîxanê di dewama axaftina xwe de got ku Kongreya Star hêviya tevahî jinan e û wiha pêde çû:"Kongreya Star sîwana tevahî jinan e. Em dixwazin hemû jin di bin sîwana rêxistina Kongreya Star de werin gel hevdu û li dijî komkujî, tecawiz, binpêkirina mafên mirovan û parastina mafên jinê li berxwe bidin. Dema ku em hêza xwe bikin yek em ê li dijî van bikaribin bisekinin. Kongreya Star îrade û hêza jinan temsîl dike. Em bang li hemû jinan dikin ku werin di bin banê Kongreya Star de hêza xwe bikin yek û têbikoşin."   'Em hewl didin ku dawî li zewaca di temenê biçûk de bînin'   Gûlîxanê da zanîn ku di bin banê Kongreya Star de şaxên ragihandin, aborî, tunduristî, kar û barên civakî, lijneya dîplomasî, lijneya parastinê û şaredariyan, lijneya perwerdeyê hene û divê hemû jin di nava van şaxana de cihê xwe bigirin û wiha berdewam kir:"Em dixwazin xwe bigihêjin hemû jinana û pirsgirêkên wan çareser bikin. Bi taybet jinên Ereb ji ber ku zû tên zewicandin pirsgirêkên wan zê de ne. Em hewl didin ku dawî li zewaca di temenê biçûk de bînin. Her wiha di bin navê namûsê de jin tên qetilkirin. Lê Kongreya Star piştî şoreşa rojava di warê rêxistinbûyina jinan de rolek mezin lîst û niha berdewam dike. Ji bo dawî li pirsgirêkên jinan û civakê bê em her dem di nava hewldanê de ne."    'Kongreya Star hêviya tevahî jinan e'   Gulîxanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Yek armanca me heye ew jî azadî û rêxistinbûyina jinê û aramiya civakê ye. Heger jin ji koledariyê xelas bibe dê civak aram bibe. Em dixwazin hemû jin bi rengên xwe yên cuda di nava rêxistinbûyin û xebatên Kongreya Star de cihê xwe bigirin.Em hewl didin ku hemû jin ji bin zilma zihniyeta baviksalarî rizgar bibin. Ji bo aştiyek mayinde û siberojek baş divê jin di her qadê de bikaribe xwe bi rengekî azad îfade bike."