Lazara Borrayo Tolon: Serfiraziya têkoşîna jinên cîhanê pêkan e 2018-10-30 09:08:53   ÎZMÎR - Endama Parlamentoya Kubayê û hîndekar Lazara Borrayo Tolon diyar kir ku jinên şoreşa Kubayê pêk anîn, di avabûna civaka nû de piştgiriyek wan a mezin hebûye û got yekbûna têkoşîna jinên cîhanê ne bê derfet e.   Endama Parlamentoya Kubayê û hîndekar Lazara Borrayo Tolon ku wek mêvana Navenda Hunera Ayişigi hat Îzmîrê, gelek serdan jî pêk anî û vegeriya welatê xwe. Lazara diyar kir ku ew têkoşîna jinên li welatên din dişopînin û wiha got: “Ji bo em derbasî komunîzmê bibin em hewl didin mirovên nû biafirînin. Yekbûna têkoşîna jinên cîhanê zehmet e lê ne bê derfet e. Serfiraziya têkoşîna jinên cîhanê pêkan e.”    Lazara bi lêv kir ku li Kubayê mamostetî pîşeya herî rêzdar e û got li Kubayê ji sedî 61’ê mamosteyan jin in û ev tişt bi lêv kir: “ Di avabûna civaka nû ya li Kubayê de piştgiriya jinan gelek mezin e. Ne jin ne jî zarok, bêyî newekhevî bê kirin perwerdehiyê digirin. Perwerde tevlihev e. Tu car zarokên law û keç ji hev neqetiyan. Li Kubayê di 1959’an de bi xwîna gundî, karker û jinan şoreş pêk hat û piştî vê civaka nû hat avakirin.”   ‘Em tevgerên jinan dişopînin’   Lazarayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jinan şoreşa li Kubayê pêk aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em tevgerên jinan ên cîhanê dişopînin. Ji bo azadiya li derê cîhanê federasyonek me ya têkiliyê ya bi tevgeran re heye. Ev federasyon jinên li Kubayê ligel hev digire. Mînak saziyên li Berlînê, Federasyona Jinên Kubayê (FMC) dişopîne.”   ‘Li Amerîkaya Latîn bi komeleyên jinan re têkoşîn tê meşandin’   Lazara di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew Meşa Jinan a Cîhanê ya jinên Cîhanê (DKY) û peywirên wê girîng dibîne û wiha berdewam kir: “Ez der bararê yekbûna têkoşîna jinên cîhanê de nikarim krîtîkekê bikim lê ev rewş ne bê derfet e. Li Latîn Amerîkayê komeleyek jinan heye. Li Latîn Amerîkayê hem xebatên zanistî, hem lêkolîn û hem jî bername tên çêkirin. Em jî parçeyek vê ne. Jin ji bo jiyana civakî têdikoşin.Hemû cîhan ji bo vê têdikoşin.”