Bi barîna baranê jiyana Efrîniyên li Şehbayê dijwartir dibe 2018-10-30 09:05:05   Lîlav Elî   ŞEHBA - Efrîniyên ku ji ser axa xwe hatin koçberkirin û li kantona Şehbayê bi cih bûn, bi hatina demsala zivistanê re jiyana wan dijwartir dibe, lê tevî hemû zehmetiyan berxwedana xwe berdewam dikin.   Li kantona Şehbayê bi hatina zivistanê re rewşa Malbatên Efrînê dijwartir dibe. Li navçeya Ehdesê ya Kantona Şehbayê di hundir dibistanê de 15 malbetên Efrînê dijîn, bi barîna baranê re jiyan ji bo wan zehmetir bû. Malbatên ku jiyana wan bi hatina zivistanê dijwartir dibin gotin ku ew dixwazin Efrîn rizgar bibe û ew dîsa vegerin Efrînê.    Jina bi navê Cîhan Camo ya ji Navçeya Recoyê ye axivî û wiha got:"Berî ku êrîşên hovane li ser Efrînê pêk were jiyana me xweş derbas dibû, demsala zivistanê dihat em li malê xwe di nava aramiyekê de dijîn. Lê belê piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê, em di dibistanê de bi cih bûn. Niha jî zivistan hat û bi barîna baranê jiyan her diçe dijwar dibe. Li hember hemû zehmetiyan dîsa berxwedana me berdewam dike. Çawa ku me li dijî germahiyê li berxwe dan em ê li dijî sermayê jî li berxwe bidin."   'Em dixwazin Efrîn ji destên dagirkeran rizgar bibe'   Jina bi navê Fûlê Muhemed a ji gundê Elbîskê yê Kantona Efrînê ye got:" Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî Efrînê kir bêyî ku bihizire ku encama wê topebaranê wê çi be. Ji bo ku em bi rûmet bijîn û zarokên xwe biparêzin em derketin. Lê belê li Kantona Şehbayê bi hatina zivistanê re zarokên me nexweş dikevin. Em nêzî 15 malbet di hundir dibistanê de dijîn, dema baran dibara av derbas hundiran dibe, lê her tim tekoşîna me berdewam dike. Xwesteka me ew e ku em di demek nêz de vegerin Efrînê. Em dixwazin Efrîn ji destên dagirkeran rizgar bibe."   'Em ê nehêlin ew bigihêjin armanca xwe'   Di heman demê de Feyizê Hemo jî wiha got:" Ev 8 meh in em li Kantona Şehayê dijîn, em dixwazin vegerin Efrîna xwe. Kesên ku me ji ser axa me koçber kirin ew ê hesabê vê yekê bidin. Em ê li dijî dagirkeriyê her dem li berxwe bidin. Em ê nehêlin ku  dagirker bigihêjin armanca xwe."