Partiyên kurd ji bo 'Zimanê Kurdî' platform ava kirin 2018-10-29 14:21:52   AMED - 9 partiyên kurd, ji bo ku Zimanê Kurdî bê pêşxistin, bibe zimanê fermî û li dibstanan bibe zimanê perwerdeyê platformeke hevpar ava kirin.   Îro li Amedê 9 partiyên kurd; Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) , Patiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) , Partiya Demokrat a Bakurê Kurdistanê (PDK- Bakur) , Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Mirov û Azadiyê û Rêvberên Tevgera Azadî, ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî ku bibe zimanê fermî û li dibistanan bê hînkirin bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wan platformeke hevpar ava kirin.  bi dirûşma "Îro zimanê me yê zikmakî sibee neteweya me" hatingel hev û bi daxuyaniyeke hevpara aşkerakirin ku platforim ava kirine. Di daxuyaniya hat dayîn de, Hevseroka Bajarê Amedê ya ya HDP'ê Fîlîz Buluttekîn, Hevserokê Bajarê Amedê yê DBP'ê Îbrahîm Çîçek, Alîgirê Serokê PDK - Bakur, Şerafettîn Cizîrî,  Serokê Giştî yê OSP'ê  Sînan Çîftyurek, Berdevkê Tevgera Azadî Ayatullah Aştî, Alîgirê Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Sedat Dogan, Serokê Giştî yê PSK'ê  Mesut Tek, Alîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Vahît Aba tevli bûn.    Rêveberên 9 partiyên ku li Cemiyeta Rojnamgerên Başurêrojhilat (Guneydogu) hatin gel hev , bi daxuyaniya ku dan platforum deklere kirin. Her 9 partiyan xalên derbarê Zimanê Kurdî de ku li ser hatibû lihevkirin aşkera kirin. Metnê daxuyaniyê yê ku bi kurdî bi zaravayê kurmancî hatibû nivîsandin ji aliyê Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çîftyurek ve hat xwendin û yê bi zaravayê zazakî jî ji Tevgera Azadî Sitki Zîlan xwend.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    Em neh rêxistin û partiyên ku navê wan li jêr hatiye nivisandin, ji bona zimanê dayika xwe ya ku hevbeş û berfireh e, li dijî asmilasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, ji bona ku em bi hevre deng derxînin û dengê ku ji gelê me jî derkeve hîna bilindtir bikin, hatine cem hev.   Em ‘Îro zimanê me, siberoj jî netewa me wê têk biçe’, li miqabilî vê rastiya hanê re rû bi rû bûnek kûr ku xwîn jê diniqûte, ji bona ku em birînên xwe bikewînin, birînan bipêçin û bi hevdu re bersivekê bibînin, hatine cem hev. Bi saziyên siyasî û sivîl, bi rewşenbir û hunermandan re, bi mellan re, li dijberî asimilasyona zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) çareseriyên rojane û dêmdirej bibînin, hatine cem hevdu.   Em ji dewleta Tirkiyê ji bo ku astengên li hemberî Zimanê Kurdî ji holê rabin û ji dibistanê seretayî heta zanîngehan zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li gel Zimanê Tirkî di dora didûyan de bibe zimanê fermî û pejirandî, me biryara têkoşineke hevbeş daye.   Em li hemberî asîmîlasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, dixwazin qêrîna gelê xwe bigîhînin raya gişti ya cîhanê û mirovên xwedî wijdan li Tirkiyê, dengê xwe bigihînin saziyên navneteweyî yên weke Yekitiya Neteweyan, UNESCO, Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa û hwd. Em ê ji bo mafê zimanê xwe alikariyê ji wan bixwazin.   Em, bi hemû van pêngavan ku wê bêne avêtin ji kadroyên sivil û siyasî û ya herî girîng jî ji gelê xwe dixwazin ku alikariya bingeha çanda demokrasiyê û Tifaqa Neteweyî di nava Kurdan de bikin. Pengavên ku di vê mijarê de bêne avêtin ne pêngavên dawiyê ne lê em dixwazin û hewl didin ku ev bibin pêngavên destpêkeke nû.”     Daxuyanî piştî, pirsên rojnamegeran bi dawî bû.