ROJVEA 29'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-29 09:00:00   *Jinên ji bajarê Reqayê 1'emîn salvegera rizgarkirina Reqayê pîroz kirin û dan diyarkirin ku di nava salekê de Reqayê kirasê reş avêt û êdî kirasê azadî û demokrasiyê li xwe kiriye. DÎMEN HEYE   *Xwendekarên Herêma Efrînê li Kantona Şehbayê di nav hemû şert û mercên zehmet de li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin. Xwendekaran anî ziman ku ji ber ku fikira Rêber Apo, îrade û  hebuna wane e. DÎMEN HEYE   *Parlamentera HDP’ê Pero Dundar diyar kir ku polîtîkayên li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan raste rast bandorê li ser jin û qezencên wan dike û wiha got: “Tecrîd veguherî alava şer û qirkirinê ya kevneşopiya dewletê. Her ku jin li dijî tecrîdê xwe bi rêxistin bikin wê azad bibin.”   * Nexweşiya felcê ku di nav sedemên mirinê de di rêza sêyemîn de cih digire, derket holê ku bi kesên ku cigarê dikşînin re zêdetir dertê holê. Pisporan da zanîn ku kesên cigare berdane jî di 5 salan de rîska wê pir zêde kêm dibe.   *Endama Lijneya Rêveberiya CÎSST’ê Bêrîvan Korkut, diyar kir ku ji ber zêdebûna hejmara li girtîgehan mafê jiyana hawirek bi tendurist a girtiyan tê astengkirin û sewqkirinên nexweşxaneyan veguheriye îşkenceyê. Berîvanê wiha got: "Jin di dema sewqkirina nexweşxaneyan de zêde di dorê de disekinin. Jin neçar dimîne li cem cendermeyên mêr nexweşiya xwe vebêjin. Dermankirina bi kelepçeyê jî mafê xwegîhandina tenduristiyê asteng dike."DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak, got wê di hilbijartinên 31’ê Adarê de 14 şaredariyan jî bigirin û wiha got: “Çûyîna qeyûman morelek mezin dide gel. Bi hêviya ku şaredariyan digirin, nêzî hilbijartinê dibin. Gel 31’ê Adarê wek roja hesabpirsînê dibîne.”   *Riyên gundê Babga û Germgeyê yên li qûntarê çiyayên Cudî ne, newekheviya ku qeyûm dikin navbera gundan, nîşan didin. Gundê Babga ku riya wê xerabe ye, nayê çêkirin. Riya gundê Germge ku gundê parlamenterê AKP’ê jî heta navçeyê hat asfaltkirin.DÎMEN HEYE   *Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan Konferansa Netewa Demokratîk nirxand û got:"Rojhilata Navîn di nava pêvajoyek dîrokî de derbas dibe. Çareserî netewa demokratîk e."DÎMEN HEYE