Girtiya ku dermanê wê nayên dayîn banga hestiyariyê kir 2018-10-28 12:54:12   XERPÊT - Girtiya ku li Ggirtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê dimîne Songul Adm ji ber ku dermanê wê nayên dayîn nexweşiya lê peyda bûye roj bi roj pêve diçe, banga hestiyariyê li raya giştî kir.   Gitîgeha Tîpa T a a Xerpêtê her roj bi binpêkirinên mafan ên ji dema OHAL'ê de di rojevê de ye. Rêveberiya girtîgehê ya ku hemû daxwazên girtiyan bê sedem red dike, her roj gitiyan bi cezayê hucreyê ceza dike. Li girtîgeha mijara gotinê herî zêde mafê tendirustiyê yê girtiyan tê binpêkirin. Girtiyên ku ji bo biçin revîrê serlêdanê dikin an serlêdana wan tê redkirin û an jî piştî bi mehan bersîv ji wan re tê dayîn.  Sewkirina nexweşxaneyê jî ji xwe nikare bibe mijara gotinê.  Girtiya bi navê Songul Adim (40) ya nexweş di nameya ku ji derve re şand de diyar kir ku ji ber dermanê wê nayên dayîn diyar kir ku rewşa tendirûstiya wê roj bi roj xirab dibe.  Songul a ku 11 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn anî ziman ku ji ber nexweşiya wê pêşve diçe her roj ji ser hişê xwe diçe. Herwiha Songulê diyar kir ku li cihê lê dimînin jî 3 heb zarok jî li gel wan girtî ne.   'Li qawîşê 3 zarok hene'   Songul di nameya xwe de anî ziman ku ew demek dirêj derneketina hewadariyê û tişta herî zêde wê dixe zoriyê ji ji ber nedayîna dermanan her roj ji ser hişê xwe çûyîna wê ye. Songul ragihand ku her tevgera wan ji aliyê rêvberiya girtîgehê ve tê kontrolkirin û di girtekan de tê qeydkirin. Songul diyar kir ku di girtîgeha lê dimîne 27 jin hene û 3 zarok jî bi dayika xwe re di qawîşekê de dimînin.   'Bi dehan girtiyên nexweş nayên dermankirin'   Songul a ji aliyê derûnî ve tê dermankriin, diyar kir ku bi dehan girtiyên mîna wê j iber ku nayên dermankirin nexweşiya wan pêşve diçe.    Songul di dawiya axafitina xwe de got ku ji ber zarok nikarin derkevin hewadariyê her daîm digirîn û banga hestiyariyê li raya  giştî kir.