MJC: Ji bo azadiya Kurdistan, Filistîn û erebên sahrayê berxwedana hevpar 2018-10-28 11:27:36   NAVNDA NÛÇEYAN - Encamnameya 11'emîn Civîna MJC'ê ya ku li Spanyayê hat lidarxisitn  aşkera bû. Di encamnameya ku hat aşkerakirin de bi taybetî hat diyarkirin ku ew ê MJC ji bo azadiya Kurdistan, Filistîn û erebên Sahrayê têkoşînê bide û li gel wan cih bigire.   Meşa Jinan a Cîhanê (MJC)  encamnameya 11'emîn civîna xwe ya li payitextê Spanya li bajarê Baskê bi tevlibûna jinên ji gelek welatan ku bernameya wê bi çalakiyên cuda cuda berdewam dike aşkera kir. Piştî aşkerakirina encamnameyê di pêşengiya jinên serhildêr ên Baskê û jinên ku tevli civînê bûn de bi dirûşma "Ji bo azadiyê li ber xwe bide û ji bo guhertinê bimeşe" meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Em ji bo azadiya jiyanê û bedena xwe dimeşin" hat vekirin û di meşê de jinan dirûşmên, "Feminzm pêşve diçe" û "Bijî berxwedana civaka sivîl" berz kirin.   Rêxistiniyek bihztir   Di ecamnameya MJC'ê de bi dirûşma, "Li dijî Faşîzm, dagirkerî, mîlîtarîzm, olperestî, kapîtalîzm û zayendperestiyê wê jin li ber xwe bidin û biguherînin" aşkera kirin ku wan biryarbûna xwe di civînê de derxistine holê. Herwiha di encamnameyê de ji bo rêxistineke bihztir û berfrehkirina vê rêxistinê biryar hat dayîn. Biryareke din a girîng ku di civînê de hat girtin jî ew bû ku hat diyarkirin ew ê MJC ji bo azadiya Kurdistan, Filistîn û gelê ereb ê Sahrayê têkoşînê bide û li gel wan cih bigre. Jinan Koordînasyona Cîhanê ku hat hilbijartin jî dan nasîn.  Bernameya ku bi skeç, konser û meşê berdewam dike hat diyarkirin ku ew ê di roja dawîn a civînê de jin biçin serdana gundê jinê.     https://www.youtube.com/watch?v=F-QrFzDWqkw