Jinên Efrînê: Bi rihê Arînan em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin 2018-10-28 09:03:14   Lîlav Elî   ŞEHBA - Pişti ku li ser Efrînê êrîş pêk hat, gelek kes  bi darê zorê hatin koçberkirin. Jinên ku ji ber êrîşan ji Efrînê  koçber bûn nerazîbûn nîşanî êrîşan dan û gotin ku ew ê bi berxwedana  Aveste û Arîn Mîrxanan Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.     Piştî ku hikûmeta tirk êrîşî Efrînê kir gelek kes bi darê zorê hatin koçberkirin û ji ber êrîşan gel bi neçarî û zilmeke mezin re rûbirû man. Jinên ku ji ber êrîşan koçberî Kantona Şehbayê bûn bertek nîşanî êrîşên ser Efrînê dan û gotin ku ew ê destûr nedin ku hêzên dagirker li Efrînê bigihîjin armanca xwe.    'Bi rihê Bêrîtanan, Arînan û Avesteyan em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin'   Jina bi navê Huriyê Reşîd Hiso ya ku ji Gundê Qurt Qolaq a girêdayî Navçeya Şerayê axivî û diyar kir ku li Efrînê jinan li hemberî hemû tanq û topên wan berxwedaneke bêhempa dan û wiha axivî:" Li Efrînê pêşengiya jinan li hemberî tanq û topan berxwedaneke bêhempa hat dayîn. Bi tanq û topan nedikarîn hêz û vîna jinan têk bibin. Her berxwedanek bi hêvî û baweriyên mezin li hemberî dagirkeriyê hat dayin. Ez heta dawiyê li Efrînê bûm. Pişt re ji ber ku ji hewayê bombebaran dikirin, ez jî mecbûrî derketim û em derbasî Şehbayê bûn. Têkoşîna ku jinan li hemberî tanq û topên dewleta tirk dan bi rastî pir bi wate bû. Di berxwedana serdemê de hevjînê min şehîd ket. Lê dîsa jî min dev ji berxwedanê berneda. Em ê tu car dev ji berxwedanê bernedin. Bi rihê Bêrîtanan, Arînan û Avesteyan em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin. Em ê destûr nedin ku hêzên navneteweyî bigihêjin armanca xwe."    'Ger ku zilm hebe, li dijî wê berxwedan ferz e'   Her wiha jina bi navê Fatme Alo ya ku  ji Gundê Hesen Dêra ya girêdayî Navçeya Bilbilê jî bi lêv kir ku li hemberî zilmê û dagirkeriyê berxwedan ferz e û wiha got:" Jinên Efrînê bi fikir û felsefeya Rêber Apo birêxistin bûn. Em ji vê bîrdoziya berxwedêr tên. Em ê li Efrînê destûr nedin dagirkeriyê. Efrîn bi xwîna cangoriyên azadiyê hatibû rizgarkirin, ew ê  dîsa bê rizgarkirin. Ger ku  zilm hebe, li dijî wê berxwedan ferz e."    'Heya ku Efrîn azad nebe, ji me re mirin tune ye'   Eyişa Misili jî diyar kir ku ew ji hêz û vîna jinê bi bawer û hêvîdar in û got ku heya ku Efrîn azad nebe ji wan re mirin tune ye û wiha pê de çû;" Li Efrînê me hêza jinê nîşanî tevahiya cîhanê dan. Li hemberî tanq û topan vîn û berxwedana jinê bi ser ket. Çawa ku me li Efrînê berxwedan da em ê li kantona Şehbayê jî di nav hemû şert û mercên zehmet de berxwedana xwe dewam bikin. Heya ku Efrîn azad nebe, ji me re mirin qedexe ye. Em ê Efrînê azad bikin û ji dagirkeriyê rizgar bikin."